13 Êzidiyên ku hatin rizgarkirin radestî rêveberiya Şengalê hatin kirin
- 11:21 6 Hezîran 2019
- Rojane
ŞENGAL - 13 welatiyên Êzidî yên ku di destê DAÎŞ'ê de bûn hatin rizgarkirin û radestî Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê hat kirin.
Îro mala Êzdiyan a Kantona Cizîrê a Rojavayê Kurdistanê 13 welatiyên Êzidî ku di deste DAÎŞ'ê de bûn hatin rizgarkirin û radestî Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê hatin kirin. Li gorî agahiyan dê îro derbasî Şengalê bên kirin.
Di dema dawiyê de ji aliyê QSD'ê ve di pêngava bi dawî anîna DAÎŞ'ê gelek welatiyên Êzidî ku di dema fermana 3'ê tebaxa 2014'an de ketin deste DAÎŞ'ê. Li gel malbatên çeteyan hatin rizgarin. Li wargeha Holê a bajarê Hesekê hatin bicih kirin.
Îro jî 13 jin û zarokên Êzidî ku ji Kampa Holê hatin rizgarkirin, radestî Komîta Esîra a bi ser Meclîsa Xweseriya Demokrartîk a Şengalê hatin kirin. Li gorî agahiyan heke hikûmeta Îraqê rê li ber vegera wan negira dê 13 Êzidî di saet 14:00 de li navenda PADÊ'ê li Nehiya Sinûnê wê radestî kes û karen wan bên kirin.
Navê kesên ku hatin rizgarkirin wiha ne;
Fehed Qasim (15) Qabûsî
Şaha Revo (30) Tilezêr, li gel dû zarokên xwe yên bi navê Hîda (6) û Xelat (5)
Zîna Îbrahîm (19) Tilbenat
Navîn Derwêş (24) Şengal
Cîlan Coqî (11) Tel Ezêr
Wetfa Nayîf (10) Telezêr
Heval Reşo (12) Solax
Leyîla Sado (20) Şengal
Heyîfa Sado (16) Rembûsî
Hazim Hiseyîn (17) Rembûsî
Îsra Mistefa (22) Koço