Xwendekara zanîngehê Ozgecan: Dixwazin qada zanîngehê vala bihêlin

  • 10:04 6 Hezîran 2019
  • Rojane
ENQERE - Der barê Ozgecan Ozgeç ya ku navê wê di rapora ku Midûriyeta Ewlehiya Enqereyê der barê xwendekaran de amade kir de, cih digirt, li Zanîngeha Hacettepyê ya ku 2016’an de jê veqetiyaye lêpirsîn hat vekirin. Ozgecan Ozgeç da zanîn ku beyî xwe bigihînin wê lêpirsîn lê hatiye kirin, hatiye meşandin û bi encam bûye.
 
Midûriyeta Ewlehiya Enqereyê der barê xwendekarên zanîngehê de rapora nîşankirinê amade kiriye û di raporê de der barê xwendekarên ji dibistanê veqetiyane de jî lêpirsîn hatiye destpêkirin. Yek ji van xwendekaran jî Ozgecan Ozgeç ya di sala 2016’an de ji zanîngeha Hacettepeyê veqetiya ye.
 
Xwendekara Zanîngeha Enqereyê Ozgecan Ozgeç ya navê di dosya nîşankirinê de cih digire, diyar kir ku dosya di 2018’an de hatiye vekirin, li TEM’ê îfade daye û wiha got: “Li Enqereyê li 70 kesên tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn lêpirsîn hat vekirin. Me îfadeyên xwe dan. Me teblîgat an jî pêvajoyek dadgehê nedît. Me di meha îlonê de bihist ku lêpirsîn hatiye vekirin. Ez xwendekara zanîngeha Enqereyê me. Di 2016’an de ji Hacetepeyê veqetiyam. Li zanîngeha Hacettepeyê li min lêpirsîn vekirine. Me fêr kir ku li xwendekarên din jî hatine vekirin. Min ji Hacettepeyê kaxizek girt. Beyî bigihêje min lêpirsîn hatiye vekirin, hatiye meşandin û bi encam bûye. Ger ceza bidana wê dijhiqûqiya wan zêdetir bihata dîtin.”
 
‘Dixwazin qadan vala bihêlin’
 
Ozgecanê bi lêv kir piştî salan vekirina dosyayan girêdayê pêvajoyê ye û got hewl didin aliyê muxalîf bêdeng bikin, her kesî ji kolanan vekişînin. Ozgecanê daxuyakirin ku armanca van lêpirsînan ev e ku qadan vala bihêlin û ev nêzîkatî berhemên polîtîkaya hevpar e.
 
Ozgecanê bi lêv kir ku ji ber veneguheriya pêvajoya dozê, wan ev lêpirsîn di çapemeniya civakî de teşhîr kirine û got tehşîrkirina pêkanînên wisa ku eleqeya wan di hiqûq û demokrasiyê tune, baştire.