Aktivîstên TJA'yê çûn serdana Leyla Guven
- 16:55 5 Hezîran 2019
- Rojane
AMED - Aktivîstên TJA'yê çûn serdana malbatên Zulkuf Gezen ê ku li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî û çalakgerê rojiya mirinê Ardil Çeşme û serdana Leyla Guven a ku 200 rojî di greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda îmraliyê de ma. Leyla got:"Dê dîrokê serîhildana jinê binivîse."
Bi munasebeta Cejna Remezanê Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) çûn serdana malbatên Zulkuf Gezen ê ku li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî û çalakgerê rojiya mirinê Ardil Çeşme û serdana Leyla Guven a ku 200 rojî di greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda îmraliyê de ma. Her wiha parlamenterên HDP'ê, hevserokên şaredariyên HDP'ê û encumen jî beşdarî serdanê bûn.
'Hevdîtina malbatê ji min re bû wekî cejnê'
Leyla axivî û got:"Hevdîtina malbatê û parêzeran a bi Abdullah Ocalan ji bo min bû wekî cejnê. Hevalên jin qet min di vê rêyê de tenê nehiştin. Dê dîrokê serîhildana jinê binivîse."
'Bi pêşengiya jinê tecrîd bi dawî bû'
Leylayê wiha dewam kir:"Dayikên Laçikspî li ber zindanan heta dawiyê li berxwe dan. Ez dizanîm dê dîrokê serîhildana jinan binivîsîne. Bi pêşengiya jinê tecrîd bi dawî bû. Ev şerefek mezin e."
'Hemû cîhan bi vê serîhildanê hesiya'
Parlamentera HDP'ê Saliha Aydeniz got:"Polîsan ji bo kes vê serîhildanê nebîne nedihiştin nûçegîhan dîmenan û wêneyan bikşînin. Lê hemû cîhan bi vê serîhildanê hesiya."
Dayikên Aştiyê bi laçikên xwe yên spî Leyla ziyaret kirin
Dayikên Aştiyê yên ku 200 rojî ji bo çalakiyên grevên birçîbûnê her li qadan bûn bi laçikên xwe yên spî çûn serdana Leyla Guven.