Li Helebê gorên têkoşerên azadiyê hatin ziyaretkirin

  • 12:02 5 Hezîran 2019
  • Rojane
HELEB - Bi munesebeta hatina cejna Remezanê Gelê Helebê çûn ser gorên berxwedêrên azadiyê û darên gulan çandin. 
 
Bi hatina cejna Remezanê Malbatên Şehîdan serê sibehê zû ber bi goristanan ve herikîn. Yek ji wan qadan Heleb bû. Gel li gundê pino ya dikeve Bakurê taxa Şêx Meqsud a Helebê çûn cejna berxwedêrên azadiyê pîroz bikin. Hemû sazî û dezgehên sivîl li pêşiya avahiya Saziya berxwedêrên azadiyê gel bi rê ket û heta goristanê meşiyan û malbatên şehîdan gul danîn ser gorên zarokên xwe. Piştre ji bo berxwedêrên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Li ser navê Malbatên Şehîdan Fîdan Hîsên axivî û got: "Em tekoşerên azadiyê ji bîr nakin, her dem zindîne û bi me re dijîn. Xeyalê wan em ê pêk bînin da ku em welatê xwe ji neyaran paqij bikin."
 
Her wiha Dayika Berxwedêr Alan, Remziyê Salih helbestek diyarî hemû lehengan kir. Paşê şêniyan berê xwe dan qada şehîd Şiyar û gul danîn ew cihên pîroz.