Xizmên têkoşerên azadiyê: Têkoşîna wan her dem rêya me ronî kir
- 11:32 5 Hezîran 2019
- Rojane
Sorgul Şêxo/Ronîda Hacî
HESEKÊ - Bi sed hezaran kesî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, berê xwe dan Goristanên Berxwedêran û cejn bi zarokên xwe re pîroz kirin.
Di roja Cejna Remezanê de li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Bi sed hezaran kesî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, berê xwe dan Goristanên Berxwedêran û cejn bi zarokên xwe re pîroz kirin. Li Goristana Berkevirê ya Navçeya Dirbêsiyê, gel mîna rûbaran herikîn gel zarokên xwe da ku cejna îsal bi wan re pîroz bikin. Mirov çiqasî bêje jî dê nikaribe têkoşîn û berxwedana cangoriyên azadiyê yên li hember terora DAIŞ vebêje ango rave bike.
Dayik û xwişkên berxwedêran ên çûn serdana goristanan quran xwendin her wiha şêranî li yê derdorê belav kirin. Gelek tekoşer bê xwatir xwestin dûrî çavên dayîk,hevjîn û zarokên xwe ketin. Gelek dayik rondikên ji xwînê dibarandin û ji zarokên xwe re dilorandin. Çûyîneke bê veger pir zehmet, yên ku nejîn nikarin rave bikin. Yên ku bû sedem ewqas kes li vir kom bibin dîsa ked, têkoşîn û berxwedana lehengên azadiyê bûn. Li Goristanê Kurd û Ereb bi hev re cejna zarokên xwe pîroz kirin.
Dayika Berxwedêr Cûdî, Şemsa Hisên serê siharê tevî zarokên xwe berê xwe dane goristanê da ku cejna lawê xwe pîroz bike.
'Ziman nikare kêliyên bi êş vebêje'
Şemsayê di destpêkê de cejn li tevahî berxwedêrên azadiyê pîroz kir û wiha got: "Di vê kêliyê de pir zehmete ku biaxivim, ditirsim gotin jî têra berxwedana kurê min neke. Raste Cûdî tevlî pakrewanên azadiyê bû lê niha xwişk û birayê wî dibin şopdarê wî, xewnên ku Cûdî nîvco hişt, dê îro rêhevalên wî pêk bînin."
'Kurê min bi hawara gelê Rojava ve hat'
Cemîla Osman a ji Navçeya Serêkaniyê wiha got: "Ez vê cejnê li kurê xwe yê şehîd û tevahî gelan pîroz dikim. Kurê min tu carî êrîşên DAIŞ û beriya wê Cebhet El-Nusra li ser gelê xwe qebûl nekir, rojekê ji rojan em li Tirkî bûn, kurê min got ez ê vegerim Rojava, gelê min rastî êrîşê tê ez ê bi hawara wan ve biçim."
'Kurê min bû zavayê Kurdistanê'
Cemîlayê wiha dom kir:"Min hewl da ku ez wî rawestînim lê xwesteka wî xurtir bû. Rojekê ez bi şev pê re axivîm û min silav lê da, bû sibeh min dît gel bi aliyê mala min ve tên, wê demê ji min re gotin îro dawet e kurê te bû Zavayê Kurdistanê. Ez qêriyam paşê min got ev xwesteka wî bû, ez bêrêziyê li hember xwesteka wî nakim û min got oxir be delalo."
'Erdogan nefikire ku tu êrîş bike tê poşman bibî!'
Cemîla Hesen a Ereb wiha got: "Em îro hemî xwedî têkoşer in, divê her kes xwedî li têkoşerên xwe derkevin. Zarokên me bi keç û xortan îro hember dagirker û terora DAIŞ'ê sekinîn û ew têk birin. Têkoşîna wan her dem rêya me ronî kir. Her zarokekî me bi qasî çiyayekî ye. Dê Erdogan tu carî negihêje armanca xwe."
'Yê ku êrîş bike dê para xwe ji têkçûyinê jî bigre'
Cemîlayê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Çawa ku zarokên me xaka me ji DAIŞ'ê rizgar kirin dê ji dagirkeran jî rizgar bike. Dê Erdogan jî negihêje armanca xwe û ew ê têk biçe."