'Roja rizgarkirina Efrînê roja cejna me ye'
- 09:13 5 Hezîran 2019
- Rojane
Sara Şêx Hesen
HELEB - Bi hatina cejnan herî zêde zarok kêfxweş û dilxweş dibin. Zarokên Kurd ên ji Efrînê ku koçî Helebê bûne Cejna Remezanê li kuçeyan pîroz dikin hestên xwe anîn ziman. Zarokan gotin:"Em ji cejnan gelek hez dikin lê em gelek bêriya Efrînê dikin. Roja rizgarkirina Efrînê roja cejna me ye."
Zarokên Efrînê yên ku ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê koçî Helebê kirine Cejna Remezanê li kuçeyan pêşwazî dikin û dibêjin:"Di dilê me de wekî hesterek mezin e dîtina Efrînê."
'Em her xeyalê çûyina Efrînê bikin'
Azad Îbrahîm hestê xwe parve kir û wiha got: "Em li ceneta xwe Efrîna xwe bûn, lê Xwedê ji Erdogan ne razî em ji rê wî de koç bûn. Hevalên me qetil kirin, warê me talan kirin, lê em ji wî re nahêlin em ê tola xwe hilînin. Em her xeyalê çûyina Efrînê bikin."
'Em zarokên Helebê piştigirî didin zarokên Efrînê'
Her wiha zaroka bi navê Reşîd Îbo wiha got: "Em zarokên Efrînê bi tenê nahêlin, em herdem bi wan re ne, çi were xwestin em ê ji bo wan bikin da ku vegerin ser cihê bav û kalên xwe û cejna bê li Efrînê pîroz bikin. Ew roja cejna me ye heya dawiyê em piştigirî didin zarokên Efrinê."
'Zarokên niha li Efrînê ne her roj tên kuştin û revandin'
Azad Îbo hêstên xwe wiha parve kir: " Em ê herdem ji bo rizgar kirina Efrînê bang bikin da ku hemû cîhan deng bide. Ew zarokên ku niha li Efrînê mane, her roj tên revandin û kuştin, lê em ê her dem ji bo vegera Efrînê hewl bidin."
'Roja rizgarkirina Efrînê roja cejna me ye'
Umran Mihemed wiha got: "Hêviya me sala bê li Efrîna xwe bin. Cejn li Efrînê ser axa me cuda ye. Roja rizgarkirina Efrînê roja cejna me ye."