Keda jinê ya nayê dîtin: Mîdyeyên bi kêfxweşî tên xwarin
- 09:10 5 Hezîran 2019
- Rojane
ÎZMÎR - Karê mîdyeyê ku yek ji karên li malê tê kirinê ye, ji aliyê jinan ve tên çêkirin. Karkera çêkirina mîdyeyê Gulten Yavuz da zanîn ku pirsgirêka wan a herî mezin bêewlehî ye û rêxistinbûnek wan tune ye.
Mîdye xwarineke ku ji derxistina behrê heta amadekirina wê, gelek zehmet e. Mîdyeyên bi zehmetiyek mezin tên çêkirin, ji çanda ku Ermeniyan hiştiye tê. Mîdye li ser tezgahan tê danîn û dora wê bi lîmonan tê xemilandin. Hundirê mîdyeyê jî bi birincê tê tijekirin. Bi taybet ev xwarin bi şev tê xwarin. Di çêkirina mîdyeyê de kedek mezin a jinan heye. Li Taxa Çîmentepe û Kadîfekale jinên Romen ev kar dikirin lê 60 sal berê bi koçberbûna Kurdan re jinên Kurd jî bûn hevparê vî karî. Mîdyeyên ji Behra Marmarayê tên komkirin, di saetên sibehê de bi kamyonan tînin. Li taxên Çîmentepe, Kadîfekale, Kaynak û Yeşîltepe kîsê wê bi 25 TL tê firotin. Atolyeyên ku 15-20 jin tê de dixebitin jî hene. Lê piranî kes li malên xwe çêdikin.
Roja me bi xebatê derbas dibe
Gulten Yavuz a 12 sal berê zewicî û ji Mêrdînê hat Îzmîrê, dibe hevkarê pîşeya hevjînê xwe û dest bi karê mîdyeyê dikin. Gulten hemû roja xwe bi xebatê derbas dike.
‘Ji sendîkayan agahiya me tune ye’
Gulten diyar dike ku dixwaze di karekî din de bixebite lê kar tune ye û wiha got: “Di mehên zivistanê de em hefteyê çend rojan dixebitin. Em wek berê qezenc nakin. Hemû malbat vî karî dike. Tiştên em havînê çêdikin em zivistanê dixwin. Vî karî zêdetir jin dikin. Mêr jî difroşin. Ji ber li malê tê çêkirin jin dikin. Em ji ber vê nikarin karê malê jî bikin. Sendîkaya me tune ye. Agahiya me ji sendîkayê jî tune ye. Em nizanin sendîka çi ye.”
Gultenê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku xebata li malê pir zehmet e û ya herî girîng jî ewlehiya wê tune ye û got: “Sîgorte tune ye, qerta kesk tune ye. Em pere didin qerta kesk. Li ocaxa tenduristiyê me 50 TL tenê da dermanekî. Keça min astim e. Divê em pereyê derziyan bidin ku em dîsa şûnde bigirin.”