Bi hinceta cesaretê dide, rojnameyê nadin siyasetmedaran

  • 09:06 5 Hezîran 2019
  • Rojane
Şehrîba Aslan
 
KOCAELÎ - Li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 a Kocaeliyê bi hinceta ‘cesaretê dide’ rojnameya ‘Yenî Yaşam’ nadin girtiyên ketine greva birçîbûnê. Hat îdiakirin ku wê piştî grevê rojnameyê bidin girtiyan lê parêzeran got hîna rojname nayê dayîn.
 
Grevên birçîbûnê yên bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji aliyê girtiyan ve hat destpêkirin di 26’ê Gulanê de bi banga Abdullah Ocalan re hatin bidawîkirin.
 
Piştî grev hat destpêkirina Serokatiya Lijneya Perwerdehiyê Ya Midjûriyeta Saziya Înfaza Ceza a Ewlehiya Bilind ya Tîpa F ya Hejmar 1 a Kocaeliyê navê hinek siyasetmedaran diyar kir û biryar da ku rojname neyê dayîn. Kesên navê wan hat dayîn wiha ne; Edîbe Şahîn, Aysel Tugluk, Sînan Yîgît, Îbrahîm Kaya, Selman Çetîner, Sirri Sureya Onder, Fetullah Akpulat, Resmiye Vatansever, Denîz Tepelî û hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel.
 
Rêveberiya girtîgehê diyar kiribû riya îtîrazê vekiriye, lê hat hînbûn ku gelek îtîrazên hatine kirin jî nehatine qebûlkirin. Her wiha tevî bidawîbûna grevan, parêzeran got ku hîna rojnameyê nadin siyasetmedaran.