'Hevdîtinên bi Birêz Ocalan re rê li çareseriyê vedike'

  • 09:05 5 Hezîran 2019
  • Rojane
Roj Hozan
 
BEYRÛT - Endama Rêveberiya Rêxistina Jînê ya Jinan a li Lubnanê Cemîla Osman hevdîtinên herî dawiyê yên ku parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêre çêkirin û encamên van hevdîtinan, nirxand. Cemîlayê got:"Hevdîtinên bi Birêz Ocalan re tim  rê li pêşiya çareseriyan vedike. Divê hemû hêzên navneteweyî guh bide vê yekê. Di heman demê de pêwîst e rejîma Sûriyeyê jî zihniyeta xwe biguhere û hurmetê ji îradeya gelan re nîşan bide û li gorî destûreke nû mafên hemû gelan biparêze." 
 
Piştî çalakiyên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi wî re hevdîtin pêk anî. Piştî banga Abdullah Ocalan grevên birçîbûnê hatin bidawîkirin. Têkildarî mijarê de Endama Rêveberiya Rêxistina Jînê ya Jinan a li Lubnanê Cemîla Osman got:"Divê perspektîvên çareseriyê yên Rêber Apo esas bê girtin û ji bo aştî û azadiyê hemû kes destên xwe têxin binê kevir."
 
'Bêyî fikrên Birêz Ocalan pirsgirêk çareser nabin'
 
Cemîla wiha got:" Bi dirûşma "berxwedan jiyan e" hemû kesên aştîxwaz yên ku ji bo şikandina tecrîdê bi pêşengtiya jina kurd Leyla Guven roleke mezîn leyistin û laşê xwe danîn ber birçîbûnê, gihaştin armanca xwe.
 
Bi pêşengtiya jina Kurd Leyla Guven vîn û baweriya gelê kurd û dostên wan yên azadîxwaz  ji hemû cîhanê re eşkere kir ku bê fikrê Birêz Abullah Ocalan ê xwediyê pirojeya netewa Demokratîk aştî û demokrasî li Rojhilata Navîne wê pêk neyê. Bi berxwedanê kesên tecrîd pêk dianîn neçar man ku gavê biavêjin. Ev ji bo gelê Kurd serfirazî ye. "
 
'Sîstema herî guncav ji bo aşîtiya  tevahî rojhilata navîn netewa demokratîk e' 
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Cemîla bal kişand  ser perspektîvên Abdullah Ocalan û wiha domand:" Piştî tengavbûna Dewleta Tirk li beramberî têkoşîna çalakvanan  hevdîtin bi rêbertî re hat kirin. Di hevdîtinan de carek din Birêz Ocalan daxwaza çareseriyê, jiyana hevbeş û aştiyane pêşkêş kir. Bê guman ev yek ji bo Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî mijareke esasî ye. Ji ber cihê herî bi ewle ku heta niha li gorî ewqas şerê giran yê ku hatiye meşandin, sîstema xwe bi awayekî xweser dide meşandin û bi pirojeya Netewa Demokratîk mafên hemû gelên heremê diparêze ye. Bi perspektîvên Rêber Ocalan dê aştî û azadî mayinde bibe."
 
'Peyamên Birêz Ocalan ji bo azadî û mafê tevahî gelan e'
 
Cemîlayê wiha dewam kir:" Hemû gelên di heremê de bi awayekî aştiyane dijîn. Ev destkeftiyên ku heta niha bi xwîna canfedayên qehreman hatine pêkanîn, pêwîst e bi awayekî  fermî di nava destûrek demokratîk  de were qebûlkirin. Heta ku kaos û aloziya li Sûriyê were çareserkirin.  Ji bo wê jî projeya netewa demokratîk ku li Bakur- Rojhilatê Sûriyê pêş ketiye divê ewlehiya wê bê kirin. Her wiha divê mafên gelan jî di hundirê wê de were parastin. Jixwe têkoşîna ku tê meşandin  ji bo vê yekê ye. Peyama ku Birêz Ocalan jî di vê çarçovê de ye."
 
'Pêwîst e Rejîma Sûriyeyê zihniyta xwe biguhere û hurmetê ji îradeya gelan re nîşan bide'
 
Cemîlayê bal kişand ser helwesta Rejîma Sûriyeyê û wiha dewam kir:" Di çareseriya pirsgireka Sûriyeyê de hemû dewlet li gor berjewendiyên xwe tev digerin, ev jî bûye sedema ku tu çareserî pêk neyê. Êrîş, dagirkerî û gefên dewleta Tirk ên li ser Efrîn û herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê li ber çavan e. Dewleta Tirk mafên gelan binpê dike û ne li gorî qanûnên navdewletî û mirovahî  tev digere. Pêwîst e Rejîma Sûriyeyê zihniyta xwe biguhere û hurmetê ji îradeya gelan re nîşan bide. Divê rê li pêşiya diyalog û nîqaşan bê vekirin. Rejîma Sûriyeyê li gor vê yekê tev bigere ew ê rê zûtir li ber çareseriyan bê vekirin."
 
'Hevdîtinên bi  Birêz Ocalan re tim  rê li pêşiya çareseriyê vedike' 
 
Di dawiyê de Cemîla bi lêv kir ku hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re girîng e û wiha got:"Birêz Ocalan  bi fikrê xwe yê demokratîk û pêşniyar û nêrînên xwe dikare rewşê biguhere û rê li ber çareseriyên nû veke.  Her çiqas hevdîtin berdewam be ewqas wê mafên huqûqî, siyasî û civakî hebe û azadiya Birêz Ocalan wê pêşeroja hemû cihanê ber bi jiyanek azad û aştiyane ve bibe."