ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2019'AN
- 09:00 5 Hezîran 2019
- Rojev
*Mîhrîcana zarokên Surê bi dirûşmeya “Berê Her Tiştî Zarok”, di 7’ê hezîranê de dest pê dike û dê 11’ê hezîranê bi dawî bibe. Bernameya mîhrîcanê hat diyarkirin.
*Endama Rêveberiya Rêxistina Jînê ya Jinan a li Lubnanê Cemîla Osman hevdîtinên herî dawiyê yên ku parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêre çêkirin û encamên van hevdîtinan, nirxand. Cemîlayê got:"Hevdîtinên bi Birêz Ocalan re tim rê li pêşiya çareseriyan vedike. Divê hemû hêzên navneteweyî guh bide vê yekê. Di heman demê de pêwîst e rejîma Sûriyeyê jî zihniyeta xwe biguhere û hurmetê ji îradeya gelan re nîşan bide û li gorî destûreke nû mafên hemû gelan biparêze." DÎMEN HEYE
*Li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 a Kocaeliyê bi hinceta ‘cesaretê dide’ rojnameya ‘Yenî Yaşam’ nadin girtiyên ketine greva birçîbûnê. Hat îdiakirin ku wê piştî grevê rojnameyê bidin girtiyan lê parêzeran got hîna rojname nayê dayîn.
*Nexweşiya xwînîbûnê-tîrbûna xwînê ya roja îro hemofîlî, dikare zû bê teşîskirin.
*Karê mîdyeyê ku yek ji karên li malê tê kirinê ye, ji aliyê jinan ve tên çêkirin. Karkera çêkirina mîdyeyê Gulten Yavuz da zanîn ku pirsgirêka wan a herî mezin bêewlehî ye û rêxistinbûnek wan tune ye. DÎMEN HEYE
*Parêzar Îlke Işik diyar kir ku AKP wê di dîrokê de bi polîtîkayên ku pêşî li şîdet, tacîz, tecawiz û îstîsmar jin û zarokan vekiriye bê bibîranîn û got: “Baweriya jinan bi darazê tune ye lê ji polîtîkayên dijminê jinê yên desthilatdariyê û daraza mêr hesab dipirsin.”
*Dayika Aştiyê û dayika laçikspî Xemê Akdogan bi salane ji bo aşitiyeke mayînde di nav têkoşîna aşitiyê de cih digire. Li dijî hemû neyîniyan wekî her pêvajoyan di pêvajoya grevên birçîbûnê de yek ji wan dayikên berxwedêr dayîka Xemê ye. DÎMEN HEYE