Çalakiya malbatên girtiyan ên li Rihayê didome
- 17:01 1 Gulan 2019
- Rojane
RIHA - Malbatên girtiyan ji bo zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de ne li Pirsûs û Weranşarê çalakiya xwe ya nobetê didomînin
Çalakiya nobetê ya malbatan a ji bo girtiyan li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, li navçeyên Wêranşar û Pirsûsa Rihayê didome. Çalakiya nobetê ya li avahiya HDP’ê ya Pirsûsê di roja 5’an de û ya li avahiya HDP’ê ya Wêranşarê jî di roja 4’an de berdewam dike.
Welatî diçin serdana dayikên di nobetê de ne. Li Weranşarê malbatên girtiyan li hemberî astengiya polîsan dîsa ji çalakiya xwe didomînin. Malbatan destnîşan kir ku heta daxwazên girtiyan bên qebûl kirin dê çalakiya xwe bidomînin.