1’ê Gulanê li Hesekê hat pîrozkirin
- 16:01 1 Gulan 2019
- Rojane
HESEKÊ - Ji bo 1’ê Gulanê cejna karkerên cîhanê li kantona Hesekê şahiyek hat lidarxistin.
Li Nezlet El-Hema ya Sedê ya kantona Hesekê cejna karkeran hat pîrozkirin. Di şahiyê de hemû sazî û meclisên Hesekê amade bûn. Şahî bi dirûşma “Bi keda civakên demokratîk em ê Efrînê rizgar bikin bi rêber Apo re azad bijîn” hat destpêkirin. Piştî rêzgirtinê ji komîteya kedkaran a kantona Hesekê Şêrîn Saroxan di derbarê roja karkerên cîhanê de nirxandin kir.
Şêrîn bi lêv kir ku beriya niha gelek bê mafî û newekhevî di navbera karkeran de hebû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo van neheqiyên ku di derbarê karkeran de dihat kirin gelek karker li ber xwe dan ji bo ku mafê xwe bi dest bixin."
Şêrîn bi gotina: “Rêxistina dîktatoriyê hilweşe, mirin ji koletiyê re” axaftina xwe bi dawî kir.
Piştî nirxandinên Şêrînê şanoya Ş. Şiyar a kantonê şanoyek ser jiyana jina di malê de keda wê tê xwarin pêşkeş kir.
Paşê jî karkeran li ber stranên Koma Tolhildan Samiya û Caziya yê govend gerandin.
Bi gerandina govendê şahî bi dawî bû