'Keda jinê bingeha avakirina civakê ye'
- 15:38 1 Gulan 2019
- Rojane
Berçem Cûdî/Dicle Demhat
KOBANÊ - Bi wesîleya 1'ê Gulanê roja kedkaran ya cîhanî, jinên Kobanê gotin: "Kedkara herî mezin di civakê de jin e, jin civakê ava dike û pêş dixe."
Bi sedan ji gelê Kobanê bi dirûşmeya "Bi keda civakên demokratîk em ê Efrînê rizgar bikin û bi Rêber Apo re azad bijîn", roja kedkaran ya cîhanî pîroz kirin. Jinên tevlî şahiyê bûn ji ajansa me re axivîn.
'Dayîk jiyanê nûjen dikin'
Jina bi navê Xaliya Hesen wiha got: "Dema ku qala roja Kedkaran dikin di dest pêkê de ked û xebata jinê tên bîra min. Yên ku herî zêde di nava civakê de ked didin dayîk in, jiyanê nûjen dikin."
'Civak bi keda jinê ava bûye'
Jina ciwan Zehra Berkel jî roj 1'ê Gulanê pîroz kir û wiha axivî: "1'ê Gûlanê cejina jinan e jî, ji ber ku weke ku diyar e jî ya herî zêde kedê didin jin in. Civak xwe li ser keda jinê ava kiriye û jiyan dike, loma jî em vê rojê di serî de li tevahî jinên cîhanê pîroz dikin."
'Kurdan li dijî desthilatdariyê serî hildane'
Her wiha Rêveberiya Komîteya Têkiliyên Partiya Yekîtiya Demokratîk Ayşe Efendî jî çalakiyên grevên birçîbûnê yên bê dem û dorneveger bi bîr xist û wiha got: "Bêdengiya cîhanê û raya giştî li hember grevên birçîbûnê tê wateya xirabkirina pergala heyî û tirsa wan ji felsefeya Rêber Apo dide nîşan dan. Di tevahiya cîhanê de caran bûyerên wiha neqewimî ne, tu kesî hîna weke me nekiriye, tu kes bi rihê xwe daneketin meydanan û negotine vaye em hene, ji ber vê jî helbet wê hemû cîhan bê deng bin, ji ber ku fêr nebûne tu kes li dijî desthilatdariya wan serî hilde. Em weke PYD'ê berxwedana hemû çalakvanan silav dikin û roja kedkaran ya cîhanî li wan pîroz dikin."
'Kevana Zêrîn xwedî derketina li keda jinê ye'
Jina ciwan Silava Mihmed endam Kevana Zêrîn jî nêrîna xwe bi van gotinan anî ziman: "Keda jinan xwedî dîrokeke bê hempa ye, loma jî em weke Kevana Zêrîn xwedî li vê kedê derdikevin, mînak li xwe kirina cil û bergên gelêrî jî yek ji rengên xwedî derketinê ye. Em vê rojê li hemû jinên ku niha ji bo hebûn û nasnameya xwe ked didin, pîroz dikin."
'Jinan pêşengiya Şoreşê kir'
Jina bi navê Leyla Omer di derbarê keda jin di bilindkirina agirê şoreşa Rojavayê Kurdistanê de wiha axivî: "Pêşengiya herî mezin di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de ya jinan e. Jinan bi îrade, hêz û zarokên xwe tevlî şoreşê bûn. Jinan ked di xebatên civakî, siyasî, leşkerî û hwd.. de dan."
'Leyla Guven pêşenga ked û kedkariyê ye'
Endama Rêveberiya Kongreya Star Peyman Aydin qala berxwedana Leyla Guven ku 175 roj in didome kir û got: "Bi pêşengiya Leyla Guven grevên birçîbûnê 175 rojin didomin, her wiha 15 şoreşgeran di zindanên Tirkiyeyê de grevên mirinê dan destpê kirin, bi giştî 700,000 çalakvan di giravê de ne. Armanc, hêvî, soz û girêdana wan a bi azadiyê re di me hemûyan de rihê têkoşîn û berxwedanê di astên herî bilinde geş dikin. Ji bo vê jî weke jinên li herêma Firatê bi hemû reng û pêkhatiyên wê û bi boneya roja kedkaran ya cîhanî em heta dawiyê piştgiriya Leyla Guven dikin û em dibêjn tu pêşenga me ya herî mezin î û 1'ê Gûlanê li te pîroz be."
'Keddayîna herî mezin ji bo welat e'
Rîma Ehmedd jî qala keddayînê kir û wiha got: "Ked dayîn mirov dikare bi kesayeta çalakvanên di greva birçîbûnê de şirove bike. Ew mirov ji bo doza azadiya welatê xwe keda herî mezin dide, ew niha rihê xwe fedayî vî gelî dikin, loma em berxwedana wan silav dikin û roja kedkarên cîhanî li wan pîroz dikin."