Li qawîşên girtiyên ku hatin sewqkirin kamera hatin bicihkirin

  • 13:46 1 Gulan 2019
  • Rojane
AMED - Parêzer Gulîstan Ataş bi girtiyên jin ên sewqî Girtîgeha Tîpa D a Amedê hatin kirin hevdîtin pêk anî û got jinên hatine sewqkirin di odeyên bi kamera de hatine bicihkirin. 
 
Duh ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakgerên greva birçîbûnê jî di nav de 40 girtiyên siyasî yên jin sewqî Girtîgeha Tîpa D a Amedê kirin. Rojnameger Kîbriye Evren, Hîlal Olmez û Evîn Kaya yên 137 roj in di greva birçîbûnê de bi ambulansê sewq kirin. Jinên mayîn bi maşîneyên rîngê sewq kirin. Hat zanîn ku rewşa jinan baş e. 
  
Parêzer Gulîstan Ataş çû girtîgehê û bi jinan re hevdîtin pêk anî. Gulistan got jinan xistine 3 qawişên cuda û kamerayên deriyên serşok û daşirê dibînin û li cihê bêhnvedanê hatine bicihkirin. Ataş da zanîn ku girtî têkildarî kamerayan bi midûrê hepsê re hevdîtin kirine û midûr ji wan re wiha gotiye: “Li girtîgehên nû projeya nû ya tê birêvebirinê ye. Eleqeya wê bi me re nîne. Bi wezareta dadê re eleqedar e.” 
 
Gulîstan anî ziman ku girtî di mijara kantînê de pirsgirêk dijîn û pêdiviyên wan bicih naynin. Gulîstan diyar kir ku rojnameger Kîbriye Evren a 137 roj in di greva birçîbûnê de ye ji ber pirsgirêkên nexweşînê nikare derkeve hevdîtinê.