Encamên pergala kedxwariyê: Ji bo berjewendiyan karker dimirin

  • 09:18 1 Gulan 2019
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Pispora ewlehiya kar Vezan Karabulut diyar kir ku tevî dewlet rêziknameyan derdixe jî ji ber kontrolê nake, polîtîkayên neolîberal û pergala binpêkirinê cînayetên kar bi dawî nebin û ji ber piranî jin û zarok derveyê qeydê dixebitin, îstatîstîk jî rastiyê nîşan nadin.
 
Li Tirkiyeyê her meh bi giştî nêzî 100 kakker di jiyana kar de jiyana xwe ji dest didin. Di 17 sal desthilatdariya AKP’ê de 22 hezar kesî jiyana xwe ji dest da. Ji her 5 zarokî yek li Tirkiyeyê karker e. Sala borî 62 zarok di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan û ji van 10 penaber bûn û 22 heb jî di bin temenê 14’yî de bûn. Pispora ewlehiya kar Vezan Karabulut ku komkujiya Somayê ji nêz ve şopandibû der barê ewlehiya kar a Tirkiyeyê de agahî da.
 
Vezan Karabulut daxuyakirin ku li  Türkiyeyê di sala 2012’'an de bi derxistina qanûna kar a bi hejmar 6331 ya tendirustî û ewlehiya kar re hin sererastkirin tên kirin. Vezanê got armancê ewlehiya kar,bi qasî parastina karker parastina alavên kar û parastina zêdetir kar e û wiha got: “Dema qezayeke dibe, kar disekine, hilberîn disekine, lêçûnên nexweşxanê dertên, hêza kar winda dibe, kar dikeve. Ji vê jî karker fêdeyê dibire. Di heman demê dejî prestîja wê heye.”
 
‘Dewlet peywira kontrolkirinê nayne cih’
 
Vezanê daxuyakirin ku tevî dewletê rêzikname derxistiye jî peywira xwe ya kontrolkirinê baş pêk nayene û got ji sedî 50’yê qezayan dikare bi tedbîrên hêsan, ji sedî 48 jî dikarin bi awayekî organîze pêşî li wan  bê girtin, ji sedî 2 jî dikare pêşî li rewşên sabotaş û karasetên xwezayî bê girtin.
 
Vezanê komkujiya Somayê jî wek ‘Laboratuvareke zindî ya ku destihlatdarî û sermayê jiyana mirovan tune hesibandiye’ nirxand û bi lêv kir ku ji ber niha kujer li derve digerin mafên kargeriya madenê şûnde hatine dayîn.
 
Vezanê bi lêv kir ku li gorî daneyên fermî di dema çêkirina 3’emîn balafirgeha Stenbolê de 52 karker, li gorî karkeran jî nêzî 1000 kesî jiyana xwe ji dest daye. Vezanê got: “Karkerên ketin grevê jî binçav kirin, berpirsan jî ceza negirtin. Ji kesên bûn qurbanên cînayetên kar ji sedî 1 sendîkayî bûn. Herî zêde jî cînayetên kar di sektora çandinî û înşatê de hatin jiyîn. Di bi navê ‘pereyê xwînê’ de pere didin malbatên kesên jiyana xwe ji dest didin, an jî dibin nexweşxaneyek taybet û senaryoyên ‘li malê ketim, li kolanê bû’ dinivîsin. Bi vî awayî jî serê bûyerê tê girtin. Sala borî hezar û 923 cînayetên kar hatin jiyîn. Li bajarên sanayî lê heye yên wekê Stenbol, Kocaelî, Antalya, Bursa, Manîsa ûÎzmîrê zêde hatin jiyîn. Di sektora çandiniyê de 457, di înşatê de jî 438 kesî jiyana xwe ji dest dan. Ji van jis edî 94 mêr ji sedî 6 jî jin bûn. Sedema kêmbûna hejmara jinan jî ev e ku jin derveyê qeydê û bê ewlehî dixebitin.”
 
Vezanê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku di 2019’an de jî di meha çile de herî kêm 159, di meha sibatê de 125, di meha adarê de 108 kesî jiyana xwe ji dest dane.