Rozerin Kurt 62 roj in di greva birçîbûnê de ye: Berxwedan jiyan e
- 09:07 1 Gulan 2019
- Rojane
ENQERE - Rozerîn Kurt 62 roj in di greva birçîbûnê de ye, armanca çalakiyê bibîr xist û got: “Berxwedana di dîroka têkoşîna gelan de cihekî girîng digire, wê bibe dawiya faşîzmê. Em ê bi berxwedanê bigihêjin vê dawiyê."
Çalakiyên greva birçîbûnê yên bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didomin. Ji 1’ê Adarê şûnde li hemû girtîgehan grevê dest pê kir û yek ji van girtiyan jî Rozerîn Kurt ya li girtîgeha Sîncanê ya Jinan girtiye. Rozerînê 62 rojin di grevê de ye û der barê armanca çalakiyê de nameyek nivîsî.
Nameye Rozerînê bi hevkariya malbata xwe şandiye wiha ye:
Di serî de hemû dayikan û hemû kesên li dijî zilmê silav dikim. Di serî de Leyla Guven û hemû hevalên xwe yên bi şîara ‘berxwedan jiyane’ berxwe didin silav dikim. Ez berxwedana wan pîroz dikin. Ez jî ji 1’ê Adarê de tevlî çalakiyê bûn. Ez coş û kelecana xwe ya tevlîbûna vê pêvajoyê nikarin vebêjim. Lê ez dikarim bêjim ku min tu car xwe wisa xurt hîs nekiribû, aram hîs nekiribû. Em nizanin grev wê çiqas bidome lê tiştek heye em dizanin ku ev jî îrade û hêviya berxwedêran gelek xurt e. Ji bo vê îradeyê bişkînin polîtîkayên zextê pêk tînin. Lê tu wateya van polîtîkayan ji bo me tune.
Birêz Abdullah Ocalan bi salane di bin tecrîdeke gran de ye. Tecrîd tenê li ser Birêz Abdullah Ocalan pêk nayê li ser hemû kesên nirxên mirovahiyê esas digire pêk tê. Tecrîd zilm e. Bêdengî jî hevkarê vî sûcî ye. Li dijî tecrîdê sekinîn, ji bo azadiyê pêngav avêtine, jiyan e. Bi vê şîarê bi hezaran kesî bedena xwe dane ber mirinê. Di dîroka têkoşîna gelan de cihê berxwedanê girîng e û wê bibe dawiya faşîzmê. Em bi berxwedanê dikarin bigihêjin vê dawiya xweş.
Îro em ji bo bibin parçeyek vê berxwedanê me bedena xwe da ber mirinê, em li dijî faşîzmê bûn qêrîn. Em dizanin ku qêrîna me li hemû cîhanê deng daye. Ez bang li hemû kesên xwedî wijdan û ahlaq dikim. Jin, dayik, ciwan, aktîvîst, rewşenbîr, hunermend, akademîsyen werin em bi hev re hîmê azadiyê bavêjin. Em bêdeng nemînin. Ez bang li CPT û hemû saziyên navneteweyî dikim. Em di çalakiya xwe de bi biryar û mafdarin. Heta daxwazên me pêk neyên wê çalakiya me bidome. Daxwaza me ev e ku demildest daxwaza me bê cih, tecrîd bê rakirin.
Bila her kes di serî de jî dayik zanibin ku em başin. Em ê heta dawî berxwe bidin. Ji ber em paşengên Mazluman, Kemalan, Sarayan e. Me berxwedan ji dayikan fêr kir. Em bi piştgiriya hun li derve bidin wê faşîzmê tune bikin, pêşeroja azad ava bikin.”