Li Wan û Êlihê polîsan mudaxaleyî xizmên girtiyan kirin

  • 16:04 30 Nîsan 2019
  • Rojane
ÊLIH / WAN - Malbat û dayikên girtiyan xwestin li ber Girtîgeha Tîpa M a Êlihê û girtîgehên Wanê daxuyanî bidin, lê polîsan mudaxileyê malbatan kirin û 38 kes binçav kirin 
 
Malbatên zarokên wan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne, xwestin li ber Girtîgeha Tîpa M a Êlihê daxuyanî bidin çapemeniyê. Polîsan destûr nedan malbatan û mudaxileyî xizmên girtiyan kirin. Polîsan di dema mudaxileyê de, Wekîlên Hevserokên HDP’ê yên Êlihê Gulcemal Erdînç, Îkram Îrgî, Rêveberê HDP’ê yê Bajêr Mahîr Beklevîş, Dayika Nasir Yagiz ê li Hewlêrê di greva birçîbûnê deye Mûazzez Yagiz û xizmên 21 girtiyên navê wan nehatin zanîn binçav kirin.
 
Li Wanê binçavkirin 
 
Dayikên berdilk nivîsa “Bila tecrîd rabe, Leyla bijî” li xwe kirin, xwestin derbarê rojiya mirinê û grevên birçûbûnê de  li ber girtîgehên Wanê daxuyanî bidin çapemeniyê. Polîsan dayikên daxuyanî dan jî di nav de 13 kes bi erdê kaş kirin û binçav kirin.
 
Polîsan 2 welatiyên ku dîmenên dayikan kişandin jî binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Polîsan a Wanê.