Besra Erol ji ber axaftina di cenazeyê lawê xwe de kir hat girtin

  • 12:08 30 Nîsan 2019
  • Rojane
MÛŞ - Dayika Evrîm Denîz Erol ê ku di encma Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da Besra Erol hat girtin. 
 
Dayika Evrîm Denîz Erol a ku di encma Komkujiya li Pirsûsê ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve pêk hat de jiyana xwe ji dest da Besra Erol hat girtin. Besra ya ku di çarçoveya dosyaya derbarê axaftinên wê yên di cenazeyê lawê xwe de li Mûşê kir hat darizandin, duh di daneşîna doza ku hat dîtin de bi 7 sal cezayê girtîgehê hat cezakirin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.  
 
Derbarê mijarê de wê Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê îro li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)  ya Stenbolê daxuyaniyê bide çapemeniyê.