Esmer Tunç a du kurê wê hatin qetilkirin: Em li dora daxwazên girtiyan bibin xelek

  • 09:19 30 Nîsan 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Esmer Tunç a di qedexeyên derketina derve ya Cizîrê de du kurên xwe Orhan Tunç û Mehmet Tunç winda kir , diyar kir ku divê li her qadê ji bo Leyla Guven û girtiyên li dijî tecrîdê ketine grevê piştgirî bê dayîn û wiha got: “Zarokên dayikan kezeba wan e. Bang li hemû gelê Kurd dikim ku li dora daxwazên girtiyan bibin xelek.”
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest pê kir, di roja 174’emîn de didome. Bi heman daxwazê li hemû girtîgehan 7 hezar girtî çalakiya xwe berdewam dikin û li girtîgeha Bakirkoy, Gebze, Wan û Amedê jî 15 girtiyî dest bi rojiya mirinê kirin.
 
Dayika Mehmet Tunç û Orhan Tunç yên di qedexeyên derketina derve ya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan, Esmer Tunç, şîdeta li hemberî dayikên bi armanca piştgiriya girtiyan çûbûn ber girtîgehê nirxand.
 
‘Zarok kezeba dayikên xwe ne’
 
Esmerê di destpêkê de Leyla Guven û hemû girtiyên di grevê de silav kir û got divê hemû gelê Kurd piştgiriyê bidin girtiyan û wiha pê de çû: “Wan ji bo me ji bo Kurdistanê canê xwe dan ber mirinê. Divê ev zilm demildest bi dawî bibe. Parlamenterên me dayikên me derb dikin. Gelo ev muslimantî ye? Zarok kezeba dayikên xwe ne. Kezeba me hemûyan dişewite. Em avê vedixwin, nan dixwin, wek jehrê ye. Leyla Guven beriya bikeve zindanê şevekê hat bû mêvana min. Piştî ji girtîgehê derket ez çû serdana wê û got ‘Ez soz didim ger ev grev bigihêje armanca xwe ez ê dîsa bibim mêvana te’.”
 
Esmerê di berdewamiyê de bi lêv kir ku divê demildest tecrîd bê şikandin û ev tişt anî ziman: “Dema em derbkirina dayikan dibînin kezeba me dişewite. Em hemû yek in. Canê me hemûyan şewitî. Dawî li vê êşê bînin êdî. Ez ji gelê Kurd hêvî û daxwaz dikim; divê demildest rabin ser piyan. Çi ji destê wan tên dikin. Ger em nikaribin zarokên xwe biparêzin, wê demê em çima dijîn.”
 
‘Bila her kes deng bidin berxwedanê’
 
Hevjîna Mehmet Tunç, Zeynep Tunç jî destnîşan kir ku divê her kes piştgiyê bidin berxwedanê û got Leyla deqeyekê ji hişê wan dernakeve û got: “Ez bang li hemû kesî dikim; Gelê Kurd divê çi ji destê wan tê bikin. Bila her kes destê xwe bide ser wijdanê xwe. Dayikên me li ber girtîgehan tên derbkirin. Gelo ew ne mirov in? Gelo ne musliman in? Ji bo zarokên xwe diçin wir. Gel jî bêdeng e. Divê gel êdî vê qebûl neke. Divê her kes deng bidin dengê Leylayê. Bila ev zilma li ser gelê Kurd êdî bi dawî be.”