'Em jiyaneke wekî ya lêgerînerên heqîqetê,tecrîh dikin'
- 09:08 30 Nîsan 2019
- Rojane
ENQERE - Berrîn Sari, Bînnur Yildiz, Newroz Muçel, Sîmanur Pamuk yên li girtîgeha Sîncanê ev 61 rojin di grevê de ne diyar kirin ku riya azadiyê bi şikandina tecrîdê pêkane, dan zanîn ku ew jî jiyaneke wekî ya hemû lêgerînerên heqîqetê yên li ber xwe didin, tercîh dikin û her kes vexwendin jiyaneke ku mirov dikarin ji bo wê bimrin.
Berrîn Sari, Bînnur Yildiz, Newroz Muçel, Sîmanur Pamuk yên li girtîgeha Sîncanê ji 1’ê Adarê de ye di grevê de ne. 4 girtiyan derbarê armanca çalakiyan de nameyek nivîsîn.
Nameya ku girtiyan bi hevkariya malbatên xwe şandin wiha ye:
‘Ji warê çalakiyê ji we hemûyan re merhaba…
Em bi coş û germahiya çalakiyê we silav dikin. Em di serî de Leyla Guven û bi hezaran çalakgerên ku tarîtî veguhertin ronahiyê pîroz dikin. Em jî bi coşek mezin di 1’ê Adarê de tevlî çalakiyê bûn. Me xwest em der barê vê çalakiya watedar de hestên xwe parve bikin. Em hêvî dikin ku wek her tiştê xweş, ev çalakiya me jî li her derê hêviyê biafirîne. Ev çalakî hemû xweşikahiyên dilan di dergaha heqîqetê de radixe. Em hemû dizanin ku riya diçe azadiyê bi şikandina tecrîdê pêkan e. Em dibînin ku ev çalakî cudahiyek çawa diafirîne. Bi salan e li dijî tecrîda li ser Rêbertiya me çalakî hene. Ev çalakî roj bi roj mezin bûn. Bêguman em niha bi polîtîkayên bidawîkirina çalakiyê re tên rû hev.
Li derve hewldana ku civakê bikin bêdengiye, li hundir jî ji bo grev bi dawî be şert û merc tên zehmetkirin. Hewldanên ji bo şikandina çalakiyê tên dayîn ger ji bo çalakî bigihişta armanca xwe pêk bihata, îro wê bi hezaran jiyan neheliyana. Wê aramî hebûna. Divê em hemû vê çalakiyê ji kûrahî hîs bikin, divê em deng bidinê û xwe di nav vê çalakiyê de bibînin. Bêguman em tenê tecrîdê ji dîwarên li Îmraliyê hatine hunandin, nabînin. Tecrîd dîwarê li hember hemû îradeya gelan hatiye hunandinê ye. Aliyê herî xweş ê vê çalakiyê ev e ku encamê bigire. Ji ber vê bi dirêjbûna çalakiyê hêviya me kêm nabe, berovajî vê berxwedan mezin dibe.
Her ku berxwedan mezin dibe, destkeftiyên me jî mezin dibin, jiyan xweşik dibe. Riya azadiyê bi şikandina tecrîdê pêkane. Em jî jiyaneke wek hemû lêgerînerên heqîqetê yên li berxwe didin, tercih dikin û her kesî vexwedixwînin jiyaneke ku mirov dikarin ji bo wê bimrin.