Ji Girtîgeha Tarsusê bang: Deng bidin çalakiya greva birçîbûnê
- 09:05 30 Nîsan 2019
- Rojane
Rojda Aydin
MÊRDÎN - Nurcan Aslan a di Girtîgeha Tarsusê de ye, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re banga deng bidin çalakiya greva birçîbûnê kir.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest pê kir, di roja 173’emîn de didomîne. Piştî Leylayê li girtîgehan çalakî belav bû ji 1’ê Adarê şûnde nêzî 7 hezar girtî bedena xwe dan ber mirinê. Herwiha ji îro û şûnde jî 15 girtiyên di grevê de jî gavekedin çalakiya xwe pêş xitin û dest bi rojiya mirinê dikin. Nurcan Aslan a ku Girtîgeha Tarsusê girtiye û ji ber nexweşiya xwe neketiye çalakiyê û ji çalakvanan re refakatiyê dike. Nurcanê di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re bang kir li derve her kes deng bide çalakiya girtiyan.
Nurcan a ku bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî anî ziman ku moralê wan hemûyan bilinde û girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne jî çalakiya xwe bi bîr û baweriyeke mezin berdewam dikin. Nûrcanê di berewamiya axaftina xwe de ev tişt got: “Heval Dilbirîn Turgut, beriya çend rojan xwîn vereşiya û hîn jî vedişêre. Hevalên din jî di devê wan de birîn çêbûne û nikarin êdî tiştekî vexwin. Hevalên ku di çalakiyê de ne êdî nabihîzin, nikarin biaxivin û guhê wan giran bûye. Heval Dilbirîn di qawişa dinê de ye. Ez, heval Nalan, heval Dîlan, heval Elîf, heval Zîlan û heval Berîtan di heman qawişê de ne. Di koma yekem de heval Menan hehebû. Çalakiya heval Menan berdewam dike, êdî nikare biaxive. Koma duyem jî bi heman armancê çalakiya xwe berdewam dike. Her wiha hemû hevalên ku di çalakiya greva birçîbûnê de ne gelek kîlo dane.”
‘Rewş her ku diçe giran dibe’
Nurcan, bi lêv kir ku slavên çalakgerên di greva birçîbûnê de ne ji gel re hene û wiha domand: “Ez jî li vir hevalên ku keetine greva birçîbûnê re refeqetê dikim. Hevalên me bi şev gelek caran şiyar dibin û nema dikarin razên. Hevalên me bi tenê dixwazin ku daxwaza wan bi cih were. Rewş her ku diçe giran dibe. Bila her kes xwedî li çalakiya girtiyan derkeve û bêyî derengmayînê rabin ser piyan.”
Malbata Nurcan jî bi rêya telefonê morel da keça xwe û jê re got ku ew piştevanên wan in.