Çîroka Leyla û Selmayê: Rihê xwedîderketin û rêxistinbûyinê

  • 09:01 30 Nîsan 2019
  • Rojane
Habîbe Eren - Dîlan Babat
 
ENQERE - Bedriye Irmak diyar kir ku li Konyayê di salên 90’î de bi pêşengiya Leyla Guven Baskên Jinan a HADEP’ê ava kirine û di heman demê de jî têkoşîna jinê ya bi Selma Irmak ku biraziya wê ye û Leyla Guven re ya bûye yek jî vegot. Bedriyeyê wiha got: “Ez ji Leylayê fêrî gelek tişt bûm. Jinek pir cuda bû. Alîgirê gel bû. Min ji Selmayê rihê rêxistinbûyin, ji Leylayê jî rihê xwedîderketinê dît.”
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest pê kir, di roja 174’emîn de didome. Piştî Leylayê grevên bi heman armancê li girtîgehan dest pê kir jî didomin. Yek ji girtiyên bi heman daxwazan ketiye grevê parlamentera berê ya Colemêrgê Selma Irmak e. Selma ev 2 sal û nîv e li girtîgeha Tîpa T ya Kandirayê girtiye. Di roja 106’ê greva birçîbûnê de ye.
 
Bedriye Irmak a li Konyayê di salên 90’î de di bin banda Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) de xebat meşandiye, têkoşîna xwe ya jinê ya wê demê bi biraziya wê Selma Irmak û Leyla Guven re bûye yek vegot.
 
‘Em ji xizmbûnê wêdetir hevalên hev ên têkoşînê bûn’
 
Malbata Selmayê di 1980’ê de ji Qoser a Mêrdînê koçî Konyayê dikin. Selma li wir dibistana seretayî, navîn û lîseyê dixwîne. Bedriye ku di 1981’ê de dizewice û li Konyayê bicih dibe, li vir Selmayê dibîne. Bedriyeyê Selma û çîroka wê ya bi wê re wiha vegot: “Dema çûm Konyayê 17 salî bûm. Dema çûm malbata Selmayê li wir bû. Hema hema ez û Selmayê bi hev re mezin bûn. Ji biçûkatiya xwe de bandor li mirovan dikir. Ji fêrbûnê pir hez dikir. Diçû pola 7’an, rojekê hat got ‘Xwişka Bedriye me dest bi fêrbûyina Îngîlîzî kiriye. Tu jî bi min re fêr bibe’. 6 xwişk û bira bûn. Di wî temenî de ji hemû zarokan re bavtî, dayiktî û mamostetî kir. Gelek jîr bû. Di pola dawî ya lîseyê de kovarek anî. Wê rojê heta sibehê ew kovar ji min re xwend. Pirs pirsî. Ez û dayika xwe dida gel xwe û ji me re pirtûka Ernest Hemîngway ya ‘Çan ji bo kê lêdidin’ dixwend. Aliyê wê yê parvekirin û rêxistinbûnê pir xurt bû. Em ji xizmtiyê wêdetir hevalên hev ên têkoşînê bûn.”
 
‘Ji roja têkoşîn nas kir gelek jê hez kir’
 
Bediyeyê daxuyakirin ku Selma di pola yekemîn a zanîngehê de hatiye binçavkirin û wiha pê de çû: “Ji roja têkoşîn nas kir gelek jê hez kir. Hestên xwe pir zêde dida der. Dema nû hat binçavkirin salekê di girtîgehê de ma. Piştre cezayê wê hat erêkirin. Dîsa hat girtin. Piştre dest ji dibistanê berda û ket têkoşîna siyasî. Dema Selma nû hat girtin ez ji ber girtîgehê veneqetyam. Dema hat girtin wiha got; ‘Hîn bêtir xwedî li malbatên tên derkevin.’ Ji ber Konya muhafazakar û netewperest bû. Piştre em bi gelek malbatî re dan nasîn. Te digot qey ew li derve em li hundir in. Em hemû malbat wê demê ji ber girtîgehan venediqetyan. Got ‘em alîkarî bidin malbatan’ em xurtkir in.”
 
‘Ez gelek tişt ji Leylayê fêr bûm’
 
Bedriyeyê destnîşan kir ku piştî Selma hatiye girtin, jê pirsîne ku dikarin çi bikin û Selmayê jî gotiye ‘li wir partî heye biçin wir’ û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li ser vê min partî nas kir. Min Leyla li wir nas kir. Di rêveberiya navendê de hevalek bi navê Leyla hebû. Ez gelek tişt ji Leylayê fêr bûm. Ez çûm min pirsî û wê jî bi rûkenî ez pêşwazî kirim. Min Selma û sedema çûyîna xwe vegot. Jinek jîr û pir xurt bû. Li alî gel bû. Min rihê rêxistinê bi Selmayê re yê xwedîderketina gel jî ji Leylayê fêr bûm. Me bi pêşengiya Leylayê bi 3 hevalên jin re Baskên Jinan a Konyayê ava kir. Ji wê rojê şûnde min zêdetir Leyla nas kir. "
 
Grev hatin astek krîtîk
 
Bedriyeyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku wan li Konyayê bi hev re gelek karên serkeftî û xweş kirine û bal kişand ser grevên birçîbûnê. Bedriyeyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Leyla bêyî sedem bi mehan dîl hat girtin. Niha bi Selmayê re jî gelek parlamenter dijhiqûqî tên girtin. Hem Leyla û hem jî Selma ji bo ji vê rewşê re bêjin ‘êdî bes e’ ketin grevê. Bedelên girantir pê tên dayîn. Em li ser vê yekê dikarin çi bêjin. Divê em deng bidin dengê wan. Bi hezaran kes li girtîgehan berxwe didin. Divê em ên li derve tiştekî bikin. Bi mehane grev didomin. Grev hatine astek krîtîk. Ez dixwazim hemû azad bibin, dîsa vegerin navbera me û wê kelecanê bi me re bijîn.”