Şagirtên serkeftî hatin xelatkirin

  • 16:41 29 Nîsan 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Qetilkirin û tundiya li ser jinê bû mijara şanoyên zarokên dibistanê.
 
Li dibistana Ş. Avêsta ya taxa Guwêran a kantona Hesekê şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de wêneyên Rêberê PKK'êAbdullah Ocalan û nepoxên renge reng hatin daliqandin.  
 
Şahî bi tevlîbûna Rêveberiyên dibistanên Hesekê, Rêveberiyên Kantonê, Rêveberiyên çalakiyan, dê û bavê şagirtan û mamosteyên wan hat çêkirin.
 
Rêveberiya Perwerdeyê ya Giştî kantona Hesekê Xunav Mele İbirahîm di şahiya dibistanê de nirxandinên giring kir. Xunav anî ziman ku dema çeteyên Tirk derbasî Efrînê bûn beriya her tiştî berê xwe dan kevneşopî û şaristaniya wê û wiha got: "Dema ku Tirk derbasî Efrînê bûn berê xwe da şûnewarên Efrînê û wan binpê kir her wiha hemû dibistanên zarokan rûxandin."
 
'Dewleta tirk li dijî hebûna gelan e'
 
Xunav diyar kir ku dewleta Tirk li dijî hebûna gelan e û wiha pê de çû: "Armanca dewleta Tirk ew e ku hebûna gel û civakê tune bike, her dem êrîşî dibistan û ziman dike ji bo ku dîroka xwe winda bikin. Çawa hemû bajar ji DAÎŞ'ê rizgar bû, wê di demek nêz de dawî li dagirkeriya Tirk were."
 
Piştî axaftinên Xunav ji nava dibistanê dirûşmeya "Berxwedan jiyan e" bilind bû.
 
Rêveberiya dibistana Ş. Avêsta Emîna Hiso destpêkê bi navê dibistana Ş. Avêsta û mamosteyên wê bi xêr hatina hemû mêvana kir û wiha axivî: "Her kes dizane ku parêzvanên Efrînê 58 rojan berxwedanek mezin meşandin. Bi wê berxwedanê gelek keçên kurd li hemberî dijminên bê wijdan têkoşiyan û canê xwe fedayî ax û gel kirin. Em soz didin hevalan, şehîdan û Rêber Apo em ê vîna azadiyê di şagirtan de bilind bikin."
 
Piştî axaftinan koma Ş. Alan û koma Ş. Barîn stran gotin. Her wiha koma Ş. Xebat, koma Ş. Egîd Çîlo û koma Ş. Avêsta şano pêşkêş kirin.
 
Du şagirtên  dibistanê helbest xwendin û koma Ş.Arîn dîlan gerandin.
 
Rêveberiya perwerdeyê ya kantona Hesekê xelat da şagirtên serkefti yên dibistana Ş.Avêsta. 
 
Şahî bi gerandinê dîlana dawî bû.