Li Cizîrê ji bo pîrozbahiya 1'ê Gulanê qeymeqamtiyê şert dan
- 15:26 29 Nîsan 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Ji bo pîrozbahiya 1'ê Gulanê ku wê piştî çar salan li Cizîrê bê kirin, serî li Qeymeqamtiya Cizîrê hat dayîn. Qeymeqamtiyê di bersîva xwe de got;"Ji xeyîr qada ku em pêşniyar dikin em destûrê nadin" û daxwaza pîrozbahiyê red kir.
Li Şirnexê piştî 4 salan di pêşengiya Konfederasyona Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Platforma Şaxan a Şirnexê de li bendê bû ku 1'ê Gulanê bê pîrozkirin û ji bo vê serî li Qeymeqamtiya Cizîrê hat dayîn. Lê qeymeqamtiyê destûr neda pîrozbahiya ku hat xwestin bê kirin û bi hinceta "Li cihê em dixwazin dikare bê pîrozkirin" daxwaz red kir.