Ji bo girtiyan dê bi 7 hezar laçikên spî li Bakirkoyê bin
- 14:13 29 Nîsan 2019
- Rojane
KOCAELÎ - Dayîkên 21 rojin li ber Girtîgeha Gebze ji bo zarokên xwe yên di greva birçîbûn de ne nobetê digirin û tên astengkirin, diyar kirin ku ew ê ji bo 7 hezar girtiyan, bi 7 hezar laçikên spî di 1’ê Gulanê de, li Bakirkoyê bin.
Îsal, dê 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê li qada Baarê ya Bakirkoyê bê pîrozkirin. Li bendêye ku bi sedhezaran kes beşdarî pîrozbahiyê bibin û daxwazên xwe bînin ziman. Dayik û malbatên girtiyan ji bo girtiyên siyasî yên ku greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger didomînin, dê li qadan daxwazên xwe bînin ziman. Dayik û malbatên girtiyan ên 21 rojin dixwazin li ber Girtîgeha Jinan a Tîpa M a Gebze çalakiya nobetê li dar bixin û her roj tên asteng kirin, anîn ziman ku ew ê bi laçikên xwe yên spî li qada mîtîngê cih bigirin.
Dayika Newroz Bozkûrt a ku 60 rojin li Girtîgeha Gebzeyê di greva birçîbûnê de ye Sûltan Bozkûrt, diyar kir ku ew ê bi laçikên xwe yên spî beşdarî 1’ê Gulanê bibin û wiha axivî: “Emê ji wir jî biçin ber Girtîgeha Gebze û çalakiya xwe ya nobetê li dar bixin. Em ji bo 7 hezar girtiyên di greva birçîbûnê de, bi 7 hezar laçikên spî beşdarî mîtîngê bibin. Em dixwazin hemû kes bi laçikên xwe yên spî beşdarî mîtîngê bibin. Ji bo 1’ê Gulanê di demê xwe de gelek bedel hatin dayîn. Di saya van bedelan em îro bi awayekê azad 1’ê Gulanê îro dibin. Zarokên me ji bo azadiyê têdikoşin. Ji ber vê emê jî li qadê bin.”
Dayika Nîhat Ekmez ê 126 rojin li Girtîgeha Şakranê di greva birçîbûnê de ye Fehîme Ekmez jî, diyar kir ku ew ê di 1’ê Gulanê de li qada Bakirkoyê bin û û wiha got: "Em tenê aştiyê dixawazin. Divê daxwazên zarokên me bên qebûlkirin. Ji bo grevên birçîbûnê em li hemû qadan dengê xwe bilind bikin.”
Parve bike: