Zubeyde Zumrut: Vîna gel hat talankirin
- 13:58 29 Nîsan 2019
- Rojane
AMED - Hevşaredara Rezanê û endamên meclîsa şaredariyê ji bo civîna ewil a meclîsê çûn şaredariyê. Zubeyde Zumrut diyar kir ku vîna gel hatiye talankirin û wiha got: "Em bi vîna gel hatin bijartin. Ev tercîheke siyasî ye û divê vê tercîhê re rêz bên nîşandan.”
Şaredariya Rezanê ya Amedê civîna xwe ya ewil a meclîsê li dar xist. Hevşaredar Zubeyde Zumrut jî di nav de 30 endamên meclîsê yên HDP’ê û 7 endamên meclîsê yên AKP’ê beşdarî civînê bûn. Tevî ku HDP’ê ji sedî 71 deng wergirt jî Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) mazbataya serokatiyê da namzetê AKP’ê Huseyîn Beyoglu yê ji sedî 25 deng wergirtibû. Polîsên parêzvaniya Huseyîn Beyoglu dikirin balê kişandin ser xwe. Endamên meclîsê yên HDP’î dema ketin avahiya şaredariyê, li ser fermana Huseyîn polîsan xwest HDP’iyan lêgerîn bike. HDP’iyan bertek nîşanî pêkanîna polîsan da û nehiştin polîs lêgerînê bikin.
Ewil mafê axaftinê Hevşaredar Zubeyde Zumrut girt. Zumrut xwest polîsên li salona civînê hatine bicihkirin derkevin derve û wiha got: “Sekinandina polîsan a li vir ne rewa ye. Ev li hember îradeya gel bêhurmetiye. Hevşaredarê vir ez im. Em serokşaredarê tayîn kirine nas nakin. Em ê jê re jî nebêjin serokê şaredar. Ne serokê me ye. Ji sedî 71 gelê Rezanê me hilbijart. Gelê Rezanê îradeya xwe teslîmî du hevşaredaran kir. Bi hevalên me yên hatin hilbijartin re tu pirsgirêka me nîne. Çimkî em çiqas bi vîna gel hatibin bijartin, ew jî bi vîna gel hatine bijartin. Ev tercîhek siyasî ye û em mirovên ji vê tercîhê re rêz nîşan didine.”
'Li dijî talan û neheqiyê têbikoşin'
Zubeyde bal kişand ser wezîfeya Huseyîn Beyoglu yê AKP’î ya li Diyanetê û wiha axivî: “Huseyîn efendî kesek ji çanda Îslamê tê ye. Di olê de qet û qet xespkirina îradeyê nîne. Di dîn de ne caîz e û ev yek guneh e. Hûnê nikaribin derkevin pêşberî xwedê û hesabê nikaribin bidin. Edaleta îlahî û civakî dê we bidarizîne. Em ê di vê nokteyê de serbilind bin. Demokrasî jî hilbijartin e. Îradeya hilbijartinê jî ji sindoqan derket. Hûn jî neçarin di vê mijarê de li hember îradeya gel hurmetê nîşan bidin. We vîna gel talan kiriye. Hûn talanker in. Heta dawiyê em ê li dijî vê talan û neheqiya we têbikoşin.”
Piştî axaftina Zubeyde Zumrut, endamên meclîsê yên HDP’î ji salonê derketin û çûn xebatkarên şaredariyê ziyaret kirin.