Çalakiya grevê ya li wanê ji aliyê koma 7'emîn ve hat dewrgirtin

  • 13:18 29 Nîsan 2019
  • Rojane
WAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya xizmên girtiyên di gerevê de ji aliyê koma 7'emîn ve hat dewergirtin. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û partlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecîrda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 173'emîn de berdewam dike û çalakgirtiyan ku bi heman armancê hatibû destpêkirin jî li giîrtîgehan berdewam e. Li girtîgehan bi hezaran girtî gireva xwe ya birçîbûnê didomînin û ji sibe û şûnde jî wê li girtîgehan 15 girtî dest bi rojiya mirinê bikin.Çalakiya xizmên girtiya ya greva birçîbûnê ku li dijî bêdengiya dewletê li avahiya HDP'ê ya Wanê dane destpêkirin jî îro ji aliyê koma 7'emîn ve hat dewergirtin. 
 
Ji xizmên girtiyan Nurî Erol ê ku di koma çalakiyê dewer dike de cih girt wiha got: "Em jê vê çalakiya xwe ya dorveger ku me dabû destpêkirin dewrî koma 7'emîn dikin."
 
'Em aştiyê hêvî dikin'
 
Ji çalakgerên ku çalakî dewer gitin Xecê Kiye jî ev tişt got: "Çalakiya ku di pêşengiya Leyla Guven de hat destpêkirin a greva birçîbûnê hatiye asteke xeter. Ji hevalên me yên ku heta niha di grevê de bûn 10 kesê ji sibe û şûnde dest bi rojiya mirinê dikin. Ev hevalên ku wê dest bi rojiya mirinê bikin di girtîgeha Ame, Wan, Gebze û Bakirkoyê de dimînin.  Em jî wekî koma 7'emîn vê çalakiyê dewer digirin û aştiyê hêvî dikin. Em dixwazin ku bêyî hevalên me jiyana xwe ji dest bidin ev tecrîd bê rakirin."