OHD: Divê hikûmet demildest gav bavêje
- 13:10 29 Nîsan 2019
- Rojane
ENQERE - Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ayşe Acînîklî, biryara girtiyan a “Rojiya mirinê” nirxand û diyar kir ku divê hikûmeta gav bavêje.
Girtiyên li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, biryar dan ku çalakiya xwe astek din mezintir bikin û dê di 30’ê Nîsanê de dest bi “Rojiya mirinê” bikin. Hevseroka Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ku di Komîsyona Şopandina Grevên Birçîbûnê de cih digire û têkildarî grevên birçîbûnê bi partiyên siyasî re hevdîtin dike Ayşe Acînîklî, biryara girtiyan a “Rojiya mirinê” nirxandin.
Ayşe diyar kir ku heya desthilatdarî gav ne avêje, ev rewş dê xerabtir bibe û wiha axivî: “Di mijara rojiya mirinê de vîna girtiyan heye. Em nikarin mudaxileyê vê rewşê bikin. Di vê mijarê de tekane çareserî gav avêtina desthilatdariyê ye. Lê bihêlin gav avêtina desthilatdariyê, heya niha tu daxuyanî li ser vê mijarê ne daye. Me li Meclîsê, bi Serokwekîlê Koma AKP’ê re hevdîtin kir. Got ku dê bi mijarê re eleqedar bibin û ji cihên pêwîst re ragihîne. Lê ya niha tu tiş nekirine.”
Ayşe da zanîn ku ne tenê ji bo biryara rojiya mirinê, divê ji bo grevên birçîbûnê yên asta krîtîkbûnê derbas kirine, gav bên avêtin û wiha got: “Rewş pir cidiye. Ji bo ku em dengê çalakgerên di greva birçîbûnê de bidin bihîstin, divê em xebatên xwe zêdetir bikin. Berî ku derengtir bikeve, êdî divê hikûmeta gav bavêje.”