Li Dêrsimê 7 cureyên nebatan tune bûn

  • 09:02 14 Hezîran 2024
  • Ekolojî
 
Gulistan Gulmuş
 
DÊRSÎM - Dêrsîm ku xwedî cureyên nebatên dewlemend in, ji ber bikarhêneriya bê hişmendî, bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ne. Endama Komeleya Hawirdorê ya Munzurê Hatun Esen got: “Em xwedî li gund, mirov û xwezaya xwe derkevin. Em dikarin vê bi rêxistin û rêgez bikin.”
 
Dêrsîm ku bi erdnîgarî, çem, nebatên xwe elqeyek mezin dibîne, 350 jê endemî 2 hezar cure kulîlk li Dêrsîmê hene. Ji van nebatên ku xwedî kokek dîrokî ne derman tên çêkirin, ji bo nexweşî û birînan tê bikaranîn. Bi hatina biharê re gelê herêmê û turîst bê hişmendî bi kar tînin û ev jî rê li ber tunebûna wan vedike. Endama Komeleya Hawirdorê ya Dêrsîmê Hatun Esen, balkişand ser riyên parastina xwezayê.
 
7 cureyên nebatan tune bûn
 
Hatunê daxuyakirin ku nebatên li Dêrsîmê veguherîne bazirganiyê û di gerên turîstîk de nebat bê zanebûn tên rakirin lê ji bo ev nebat tune nebin hewce bi tovên wan hene. Hatunê wiha anî ziman: “Geliyê Munzurê xwedî nebatên dewlemend in."
 
Dema bendav hat çêkirin li vir 7 cureyên endemîk yên nebatan tunebûn. Êrîşek bêperwa heye. Di zaroka me de xizaniyek mezin hebû. Havîn û zivistanan wesayît nikaribûn bikevin erdnîgariyê. Mirovan nebatên wir kom dikirin û xwarina wan çêdikir. Nîvê wê jî dihiştin ku tovên xwe bihêlin. Lê niha ji bo pere ev nebat tên komkirin. Kulîlk û nebatên endemîk jî tên komkirin. Ye ji vê kulîlka ayigulu bû. Ji bo birînên guleyan şîrê alabent heye. Me hem dixwar hem jî benîştê koka wê dicût. Me Alabent di nivîşk de diqewirand û dida ser birînan. Mirovên lêkolînan dikin divê van nebatan nekin alav. Divê pêşî li vê bê girtin."
 
‘Gel xwedî hişmendî be wê bê parastin’
 
Hatunê destnîşan kir ku mirov bê hişmendî tevdigerin û wiha dawî lê anî: “Di rewşa xweza neyê parastin de wê av tune bibin. Mixabin em li xwezayê biyanî dibin. Pergal bi zanebûn me ji xwezayê dike. Berê me kesên ku mudaxaleyê nebatan dikir, hişyar dikir. Lê em niha nakin. Ekolojist qels dimînin. Ger em bibin xwedî hişmendî wê xweza bê parastin. Hemû tiştên vediguherin alavê tune dibin. Mirovên tên gerê bila çopa xwe navêjin. Bi taybet li dora avê dîtina van me xemgîn dike. Divê em xwedî li xwezaya xwe gundên xwe derkevin. Em dikarin bi rêxistin û rêgez vê bikin.”