Li Akbelenê rant li Cûdiyê polîtîkayên şêrê taybet

  • 09:03 29 Tîrmeh 2023
  • Ekolojî
Nazlican Yildiz
 
ÎZMÎR - Jinên der barê qirkirina daran a li Akbelen û Cûdiyê de  axivîn, diyar kirin ku tiştên li Cûdî tên jiyîn zêde bertekan nabînin û gotin tiştên li Akbelen Cûdî tên jiyîn ne tiştên ji hev cuda ne.
 
Li dijî qirkirina Daristanên Akbelenê yên li Îkizkoya navçeya Mîlas a Mûglayê, ji bo komirê bidin Santralên Termîk ên Yenîkoyê Kemerkoyê yên girêdayî Holdînga Limakê, berxwedan didome. Li aliyê din bi hinceta ewlehiyê li herêma Besta û Cûdî ya Şirnexê di 8’ê cotmeha 220’an de  qirkirina daran ya hatibû destpêkirin hîna di rojevê de ye. Şewata li Cûdî destpêkiribû jî mudaxeleya wê nehatibû kirin û ev bibû sedema bertekan. Welatiyên herêmê ku xwestibûn pêşî li şewatê bigirin hatibûn astengkirin.
 
Jinan diyar kirin ku li Akbelenê bi armanca rantê şîrket tê parastin û li Cûdî jî bi armanca ku herêm bê mirov bê hiştin şewat û birîna daran tê kirin. Jinan got dengê ji bo Akbelen dertê divê ji bo Cûdî jî bê bilindkirin.
 
‘Xweza yek e’
 
Ji Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Îzmîrê Mehtap Alîşan da zanîn ku qirkirina daran ya li Akbelenê li Cûdî ji aliyê deshtilatdariyê ve tê kirin û got: “Dewlet bi destê xwe daristanê tune dike, darê tune dike. Vê wek herêmê dibîne. Xwezayê wekî hev nabîne. Ev yek, ziman nîjad û ola wê tune ye. Çima li Cûdî qiririna dewletê heye wû çima kes li dijî vê deng bilind nake. Em jî vê pirsê dipirsin. Tu cudahiy Akbelen û Cûdî tune ye. Çi li Akbelen tê kirin li Cûdî jî tê kirin.”
 
‘Divê Cûdî jî bê parastin’
 
Endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Besriye Tekgur jî destnîşan kir ku ev du sale li Çiyayê Cûdî qirkirina daran tê jiyîn û got ligel Akbelenê divê Cûdî jî bê parastin û wiha domand: “Divê em xwezaya xwe biparêzin. Divê em qada jiyana xwe biparêzin. Ev peywira dewletê ye lê ji ber dewlet vê nake divê gel peywairê bigire ser milên xwe. Li Akbelenê ji ber mijara rantê heye dewlet şîrketan diparêze. Êrîşî gel dike. Lê li Cûdî ne wisa ye. Li Cûdî dixwazin herêmê bê mirov bihêlin. Bi destê dewletê komkujî tên kriin. Şewat derdikevin û nayên temirandin.”
 
'Sedem polîtîkayên şerê taybet e'
 
Besriyeyê di berdewamiyê de daxuyakirin ku qirkirina daran ya li Cûdî, tê wateya mudaxaleya mafê jiyana gelê Kurd û wiha dawî lê anî: “Armanc ev e ku herêm bê mirov bê hiştin. Ev jî zilmek din e. Dewlet li ser gelê Kurd polîtîkayên şerê taybet dimeşîne. Divê ev wisa bê dîtin. Îro çawa ji bo Akbelen deng tê derxistin divê ji bo Cûdî jî deng bê bilindkirin. Mixabin dema mijar dibe herêma Kurd zêde deng nayên derxistin. Divê ev bê zanîn.”
 
‘Tu cudahî di navbera wan de tune ye’
 
Endama Lijneya Rêveberiya ÎHD’ê Vetha Aydin jî diyar kir ku bi salan e li Kurdistanê daristan tên şewitandin û dar tên birîn û got: “Xweza tê talankirin. Berxwedana Akbelenê divê zêde dibe. Lê Cûdî bi salane şewitandina daristanan dewam dike û divê hemû aliyên sosyalîst û demokratîk li dijî vê dengê xwe bilind bikin. Divê em li dijî qirkirina daran daristanan a li Cûdî jî dengê xwe bilind bikin. Heysiyeta li dijî Akbelenê divê ji bo Cûdî jî bê nîşandan.”