Ji Sêwregê peyama 25'ê Mijdarê: Werin em piştevaniyê mezin bikin

  • 11:07 7 Mijdar 2026
  • Rojane
RIHA - Li Sêwregê, jinan bi dirûşma “Bi hêza cewherî û bi vîna azad, niha dema jinê ye” meşek li dar xis û bal kişand ser rêxistinbûna hevpar û gotin: "Bi rêxistinbûnê dikarin rê li ber tundiyê bigirin." 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Bi hêza cewherî û bi vîna azad, niha dema jinê ye” li Sêwregê ya Rihayê meş li dar xist û bi daxuyaniyekê starta çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya Ser Jinan da. 
 
Jinên ku beşdarî meşê bûn ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn û bal kişandin ser têkoşîna hevpar a jinan a li dijî tundiyê. Jinan, diyar kirin ku tenê bi rêxistinbûna hevpar dikarin rê li ber tundiyê bigirin.