Dayikên Aştiyê: Tenê veguhestina cih têrê nake divê azad bibe
- 14:47 1 Mijdar 2026
- Rojane
AMED - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê ku diçin Enqereyê, gotin ku ew dê ji bo statuya Rêbertiyê û azadiya girtiyan diçin Enqereyê û ew ê van daxwazên xwe bi cih bînin.
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêvajoya aştiyê, rewşa girtiyên nexweş, binpêkirina mafên girtiyan û dirêjkirina înfaza girtiyan diçin Enqereyê. Dayikan derbarê çûyîna xwe ya Enqereyê de ji ajansa me re axivîn. Dayikên Aştiyê yên ku ketin rê, bal kişandin ser girîngiya pêvajoya aştiyê û diyar kirin ku ew ji bo statuya Rêbertiyê û azadiya girtiyan diçin Enqereyê û dê van daxwazên xwe bi cih bînin.
Têkoşîn heta ku azadiya fîzîkî neyê misogerkirin dê berdewam bike
Dayikên Aştiyê tekez kirin ku tenê veguhastin têrê nake; divê azadiya fîzîkî û şert û mercên xebatê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werin misogerkirin. Dayikên Aştiyê diyar kir ku ew ber bi Enqerê ve derketin ser rê da ku daxwaz bikin ku dewlet di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gavên berbiçav bavêje, azadiya girtiyan misoger bike û rê li ber siyaseta demokratîk veke û gotin ku ew ê têkoşîna xwe heta ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê misogerkirin bidomînin.







