
Zeynep Demîr: Pêvajoyeke îşkenceyê ya bi zanebûn heye
- 09:02 27 Sibat 2025
- Rojane
Memîhan Zeydan
WAN - Seroka Komeleya Jinan a Star parêzer Zeynep Demîr der barê îşkence û binçavikrinên pêvajoya protestoyên qeyûm de pêk hatin axivî û got: “Tundî bi destê hêzên ewlehiyê tê rewakirin. Sedema zêdebûna tundiya li ser jinê polîtîkayên bêcezahiştinê ne. Em ê heta dawî şopdarê mijarê bin.”
Di 15’ê Sibatê de qeyûm tayînê şaredariya bajarê mezin a Wanê hat kirin û piştî tayînikrinê kesên di şaredairyê de bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Di operasyonên piştî vê binçavkirinan de û bi raporan derket holê ku kes bi lêdanê hatine binçavkirin û îşkencekirin. Bi taybet parlamenterên jin bi tundiyê re hatibûn rû hev. 400 kesê hatibûn binçavkirin rapora lêdnê girtibûn. Bi dehan kes jî hatibûn girtin.
Seroka Komeleya Jinan a Star parêzer Zeynep Demîr, îşkence û binçavirinên hatine jiyîn nirxand û da zanîn ku tundiya li ser jinan bi destê hêzên ewlehiyê tên rewakirin.
‘Îşkenceyek polîtîk a bi zanebûn heye’
Zeynep Demîr der barê tundiya ku her diçe li ser jinan zêde dibe de axivî û da zanîn ku bi taybet li Wanê polîtîkayeke îşkenceyê ya bi zanebûn di dewrê de ye û wiha vegot: “Bi vê rêbaza ku pêk tê, tundiya li ser jinan bi destê hêzên ewlehiyê tê kirin û rewakirin.Herî dawî di 10’ê Sibatê de mudaxeleya meşa ku jinan ji bo daxwaza aştiyê li dar bixin hat kirin û îşkenceyên giran li jinan kirin. Jinên ku di nav wan de nexweşên penceşêrê û epîlepsiyê jî hene, rastî lêdanê hatin û bi kelepçe li pişta wan hatin binçavkirin. Jinên ku bi gaza bîberê re rû bi rû man tevî ku ji hişê xwe çûbûn bi saetan di otobusê de li bendê man. Weke parêzer me hevdîtin pêk anîn, lê îşkenceya li ser jinan dewam kir û piştî demeke dirêj sewqî nexweşxaneyê kirin. Piştî muayeneyan di raporên doktoran de destdirêjî heye û piştre ji aliyê parêzeran ve der barê îşkenceyê de serlêdanên sûc hatin kirin. Di vê wateyê de niha li Wanê pêvajoyeke îşkenceya bi hişmendiya siyasî li jinan tê meşandin.”
‘Em ê pêvajoya hiqûqî bidin meşandin’
Zeynep Demîr daxuyakirin ku jinên Kurd li dijî xespkirina îradeyê mafên xwe yên demokratîk bi kar anîne û ji ber vê jî bi dehan jin bi kêfî hatine derbkirin û binçavkirin. Zeynep Demîr bi lêv kir ku pêvajoyek dijhiqûqî hatiye meşandin û wiha got: “Di 34’emîn xala destura bingehîn de mafê meş û civînan yên welatiyan hatiye vegotin. Lê li Wanê hiqûq pêk nehatiye. Bi giştî pêvajoyek dijhiqûqî hatiye meşandin. Li hember zarok, jin û kal û pîran pêvajoa îşkence û derbkirinê hatiye meşandin. Di vî alî de bê guman em ê pêvajoya hiqûqî bidin meşandin. Em ê serlêdana sûc bikin.Em ê vê îşkenceyê bibin heta Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME).”
'Bi destê hêzên ewlehiyê tundî tê rewakirin’
Zeynep Demîr di berdeawmiyê de balkişand ser tundiya li ser parlamenterên jin û wiha dirêjî dayê: “Em dibînin ku ev tundî heta parlamenterên jin jî çûye û ev bi destê hêzên ewlehiyê tê rewakirin. Em ê li dijî vê dijhiqûqiyê bin. Em ê şopdarê pêvajoyê bin.Sedema herî mezin a zêdetibûna tundiya li ser jinan bêcezahiştine. Tundiya li ser jinan gihiştiye astek dijwar. 400 kesên hatin binçavkirin hemûyan rapor girtin û derket holê ku îşkence dîtine. Ji ber pêvajoyên wisa bê ceza tên hiştin, tundî jî zêde dibe.”
Zeynep Demîr di dawiya axaftina xwe de got wek rêxistinên hiqûqê û Komeleya Jinan a STAR wê heta dawî şopdarê pêvajoyê bin û wê dest ji têkoşîna hiqûqî bernedin.