Li ser sînorê Qamişlo 19 roj in berxwedan didome
- 14:22 31 Kanûn 2024
- Rojane
MÊRDÎN - Girseya ku ev 19 roj in li hemberî êrişên li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo nobedê digirin, bi dirûşma "Bijî berxwedan Rojava" piştevaniya xwe tînin ziman.
Çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li dijî êrişên dewleta Tirk û Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê (OSO) yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja xwe ya 19’emîn de didome.
Girseya ku bi berdilkên spî yên bi nivîsa "Rojava rûmeta me ye", "Ji şer re na", "Bijî berxwedana Rojava" bal kişand ser êrîşên li dijî Rojava. Girseya ku ji Mêrdîn û navçeyên wê nobedê digirin bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava" û "Jin jiyan azadî" berxwedana xwe didomînin.
Di roja 19'an a nobedê de ji Bêdlîsê gelek kes hatin serdanê û piştgirî dan çalakiyê. Rêxistina DEM Partiyê ya bajê bi pankarta “Rojava rûmeta me ye” ket qada çalakiyê û bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” piştgirî da çalakiyê.
Çalakiya nobedê bi dirûşmeyên berxwedanê didome.