Aktivîsta TJA’yê: Rojava ji cîhanê re bû mînak

  • 09:02 21 Kanûn 2024
  • Rojane
Neslîhan Kardaş
 
MÊRDÎN - Aktivîsta TJA’yê Hatîce Oncu der barê êrişên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şoreşa Rojava axivî û got: “Paradîgma Rojava ji bo hemû cîhanê bû mînak. Bêyî netew dewletê ger ku gel îro di çarçoveya demokratîk de dikarin bijî wê demê Rojava mînaka ku gel dikarin di çarçoveya demokratîk de bijî ne.”
 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên çeteyên bi piştgiriya Tirkiyeyê roj bi roj zêdetir dibin. Komên çete yên ku berê bi navê Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) dihatin naskirin, di bin navê Artêşa Mîllî Sûriyeyê (SMO) de komkujî û tundiya xwe ya li dijî sivîlan didomînin, tevî biryara agirbestê jî êrîş bi dawî nabin. Kesên ku rastî êrîşan tên, rastî koçberiyê tên. Çalakiyên li dijî êrîşên li Kurdistan, Tirkiye û gelek deverên cîhanê dewam dikin. Çalakiya nobeta ya li ser sînorê Qamişlo yê Nisêbînê ya li dijî  êrîşan didome.
 
Aktîvîsta TJA’yê Hatîce Oncu der barê êrîşan de axivî.
 
‘Dewleta Tirk hebûna xwe li ser tunebûna gelên din diparêze’
 
Hatîce Oncu da zanîn ku êriş ji 27’ê Mijdarê de ne didomin û ev êriş komkujiyan bi xwe re tîne. Hatîce Oncu wiha got: “Em hedefa êrişan tenê serdestiya Sûriyeyê nabînin. Dewleta Tirk bi salane hebûna xw eli ser tunebûna gelan ava dike. Li Rojava û Kobanê şoreş bi pêşengiya jinan pêk hat. Ji bo cîhanê bû mînak. Divê tenê wek şoreş lê neyê nêrîn. Ji ber paradîgma li wir ava bûye netew dewlet xistine zorê. Dewletên wek Tirkiyeyê bi sedsalane dixwazin hebûna xwe bidomînin. Paradîma li Rojava dewltea Tirk bi awayekî cidî dixe zehmetiyê û ew jî baş dizanin.”
 
‘Rojava ji bo hemû cîhanê mînake’
 
Hatîce Oncu, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê li hember xebatên jinan polîtîkayên cidî yên şer tên meşandin û wiha vegot: “Li Rojava guherîn demografîk mijara gotinê ye. Li Efrînê polîtîka koçberkirinê didin meşandin. Li Tirkiyeyê jî ev wisa kirin. Tirkiyeyê ev li Bakurê Kurdistanê jî pêk anîn.  Salên ewil yên komarê de li Dêrsîm, Zîlanê kirin. Polîtîka koçberkirinê dan meşandin. Niha li Rêveberiya Xweser vê polîtîkayê didin meşandin. Gelek ciwanên me gelê me koçî Ewropayê kirine.  Dixwazin wisa Kurdistanê vala bikin. Dixwazin paradîgma li Rojava tune bikin. Ji ber dizanin ew paradîgma ji bo wan xetereyek mezine. Paradîgma Rojava ji bo hemû cîhanê bû mînak. Bêyî netew dewletê ger ku gel îro di çarçoveya demokratîk de dikarin bijî wê demê Rojava mînaka ku gel dikarin di çarçoveya demokratîk de bijî ne.”
 
‘Rojav şoreşa jinê ye’
 
Hatîce Oncu balkişand ser êrişên li ser destkeftiyên jinan û got: “Li hember destkeftiyên jinan êrişek mijara gotinê ye. Rojava şoreşa jinê ye. Piranî destkeftî li Rojava bi pêşengiya jinan hat bidestxistin. Em behsa pergaleke ku bi pêşengiya jinan hatiye runiştandin dikin. Ji ber vê jî ewil destkeftiyên jinan hedef digirin. Bi taybet divê jin rewşa Rojava baş bixînin. Divê destkeftiyên jinan yên li Rojava hêz û hêviyê bidin gel. Paradîgma li Rojava pêk hatiye ji bo jinên Kurd yên Bakur jî hinceta têkoşînêye.”
 
‘Têkoşîna me wê bidome’
 
Hatîce Oncu wiha bidawî kir: “Şoreşa Rojava tenê Kurdan eleqeder nake. Ji bo hemû gelan bûye mînak. Ji ber vê divê hemû gel tevil qada têkoşînê bên kirin. Em ê bi peyamên hîn xurtin, xebat û têkoşîna xwe pir alî bidin meşandin.”
 
 

Etîketan:

jinnews Rojava