Nobedarên li sînorê Qamişloyê daxwaza aştiyê dubare kirin

  • 09:08 20 Kanûn 2024
  • Rojane
 
Neslîhan Kardaş
 
MÊRDÎN - Jinên di nobeta sînor a li Nisêbînê de daxwaza aştiyê dubare kirin û gotin: “Em dixwazin ev şer raweste. Dema şerê Israîl-Fîlîstînê zimanê her kesî hebû, her kes diaxivî. Lê dema mijar dibe Rojava kes deng nake. Ev şer bila bidawî be. Em bi hev re dengê xwe bi cîhanê bidin bihistin wê şansê aştiyê hebe. Em dibêjin aştî ew tiştekî nabêjin.”
 
Çalakiya nobeta li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li sînorê Qamişlo hat destpêkirin didome. Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî êrişên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  nobeta hat destpêkirin 6 roj li pey xwe hişt û tevlibûna jinan balê dikşîne.
 
Jinên tevli nobetê bûn der barê êrişên li hember Rojava ji ajansa me re axivîn.
 
‘Rojava biçe em ê hemû biçin’
 
Kadriye Çakar da zanîn ku ew ji bo Rojava di çalakiyê de ne, dilê wan li parçeyî hatiye veqetandin û got: “Dilê me bi axa Kurdistanê re ye. Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilat. Em şer naxwazin. Dilê me bi Rojava re ye. Em komkujiyan şermezar dikin. Jin û zarok bila neyên qetilkirin. Bila aştî pêk bê. Em bang li Gelê Kurd dikin. Bila rabin ser piyan. Rojava biçe em ê hemû biqedin. Êdî bes e.”
 
‘Bila wek her kesî mafên me jî hebin’
 
Hevseroka DEM Partî ya Mîdyadê Halîse Caba jî daxuyakirin ku ew 6 roj in li sînorê Qamişlo ne û wek dayikekê şoreşa jina a Rojava pîroz dikin û wiha vegot: “Em aştî û yekitiyê dixwazin. Ev zilm ê heta ku derê bidome? Em ê xwedî li Rojava derkevin. Em Rojavane, Rojava em in. Gelê kurd 50 sale di bin zimê de ye. Bila wek her kesî mafên me jî hebin. Em jî azad bin. Bila jin û zarok neyê qetilkirin. Divê cîhan li dijî vê bêdeng nemîne. Divê xwedî li gelê ku tê qetilkirin bê derketin. Dema şerê Israîl- Fîlîstînê zimanê her kesî hebû, her kes diaxivî. Lê dema mijar dibe Rojava her kes bêdenge. Em dixwazin ev şer bidawî be.”
 
‘Em naxwazin bên qetilkirin û kuştin’
 
Hevseroka DEM Partî ya Qoserê Songul Koluş jî daxuyakirin ku bibin dengê Rojava çalakiya xwe dane destpêkirin û wiha vegot: “Ger em bi hev re bibin dengê Rojava wê şansê aştiyê jî hebe. Em naxwazin bên qetilkirin. Bila zarokên me neyên qetilkirin. Em ê her tim li qadan bin. Divê em jin di piştevaniyê de bin. Em jin bawer dikin ku vê zîhniyeta feodal ji holê rabikin. Tenê bila em bibin yek. Em bi hev re bibin deng û li qadan bin.”
 
‘Em wekheviyê dixwazin ew dibêjin mirin’
 
Dayika aştiyê Latîfe Akyuz jî axivî û destnîşan kir ku 6 rojin di çalakiyê d ene lê kes wan nabîne. Latîfe Akyuz wiha dawî lê anî: “Heta encamek neyê girtin em ê çalakiyê bidomînin.Em wekheviyê dixwazin ew dibêjin mirin. Wisa nabe. Bi mirinê mirov nagihêjin tu cihekî. Bila bi hev re runin û biaxivin. Em jî li malên xwe rûnin. Bila xwîn nerêje. Em naxwazin kes bimre. Bila dayik negirîn. Em aştiyê dixwazin. Çi ji Kurdan dixwazin. Jin û zarokan qetil dikin. Êdî bes e. Heta encamek neyê girtin em li vir in.”