Meşvanên azadiyê gihiştin Edeneyê: Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin

  • 12:06 19 Kanûn 2024
  • Rojane
EDENE - Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê di roja 4'an de gihîşt Edeneyê. Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz li Edenê axivî û got: “Em ji bo çareseriya demokratîk û ji bo azadiya Ocalan ji Amedê ber bi Enqereyê ve dimeşin. Fikr û têkoşîna rêzdar Ocalan ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn wek nexşerêyekê ye û gelek girîng in."
 
Di pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) di çarçoveya kampanya  "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk " meşa ku ji Amedê ber bi Enqereyê ve hat lidarxistin, gihişt Edeneyê. Di nav meşvanan de Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar, Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û nûnerên saziyên sivîl cih girtin. Girseya ku di nav de gelek kes û nûnerên rêxistinê jî hebûn, li taxa Karasû ya Seyhan a navçeya navendî ya Edeneyê hat pêşwazîkirin. 
 
Di çalakiyê de dowîzên "Ji çareseriyê re erê, ji tasfiyeyê re na", "Berxwedan jiyan e", "Em di çareseriyê de israr dikin, em ê bi ser kevin", "Em bi hêza teorîk û pratîk bawer in", "Jin, jiyan, azadî" hatin hilgiritn û dirşmên, "Bijî bexwedana Rojava", "Her der Rojava her der berxwedan", "Bijî bexwedana gelê me" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin. Meşvanan li vir daxuyanî dan. 
  
Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat ewilî axivî û spasiya pêşwaziyê kir. Kerem Canpolat, destnîşan kir ku li Kurdistanê krîzeke mezin heye û wiha got: “Li Rojhilata Navîn krîzeke mezin heye. Li dijî gelan şer tên meşandin. Jin û zarok tên qetilkirin. Em dixwazin ji vir heta Enqereyê û tevahiya dinyayê em şer naxwazin. Em dixwazin ku çareseriyek çêbibe. Salek û nîv e ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan kampanya me didome. Li hemû dinyayê û li welatê me berdewam dike.”
 
 
Kerem Canpolat bi bîr xist ku di salên 2013-2015’an de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wek muxatabeke fermî pê re dan û standinê dikir û wiha domand: “Aramî û xweşî li welatê me çêbûbû. Em dixwazin ji bo ev aramî çêbibe tecrîd were rakirin û çareserî pêk were. Em dixwazin desthilatdariya AKP-MHP’ê îradeya gelan binpê neke. Gelê me aştî û çareseriyê dixwaz e. Em dixwazin gelê xwe û hemû gelan ji van krîzan biparêzin. Gelê me li her bajarî gotin ku em dixwazin hûn li Enqereyê banga aştiyek mayînde bikin. Em dixwazin dengê aştî û azadiyê li hemû Tirkiyeyê belav bibe.”
  
Endamê Kongreya Îslamî ya Demokratîk Emîn Ay jî bal kişand ser armanca meşê û ev tişt anî ziman: “Navê meşa me çareseriya demokratîk û azadiyê ye. Ev meşa me ji bo hemû neteweyan, baweriyan û çandan e. Ji bo hemû bindestan em dibêjin azadî. Rêberê vî gelî navnîşana çareseriya demokratîk û aştiyê ye. Muxatabê çareseriyê birêz Abdullah Ocalan e. Rakirina tecrîdê tenê ne bes e. Divê birêz Ocalan azad bibe. Ji bo ku Tirkiye ji van krîzan xelas bibe, divê demildest bi awayek fizîkî birêz Ocalan bigihîje azadiya xwe. Divê şert û mercên ji bo azadiya birêz Ocalan bi lez werin pêkanîn. Divê parlamento bi nûnertiya xwe rabe. Divê demildest vê rewşa heyî û zilma tê kirin ji holê rakin.”
  
Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz jî axivî û got: “Em ji bo çareseriya demokratîk û ji bo azadiya Ocalan ji Amedê ber bi Enqereyê ve dimeşin. Fikr û têkoşîna rêzdar Ocalan ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn wek nexşerêyekê ye û gelek girîng in. Ji aliyekî ve yên banga aştiyê dikin ji aliyekî ve jî meşa me asteng dikin. Ev yek û dîmenê li vir nêzikatiya wan nîşan dide. Em dibêjin ev pêşîlêgirtin rê li ber çareseriyê digire.”
 
Sumeyye Boz destnîşan kir ku çareserî û azadî tenê ne ji bo gelê Kurd lê ji bo hemû gelên Tirkiyeyê hewcedariyeke û axaftina xwe wiha qedand: “Wan jî navnîşan nîşan da û em jî carek din bang li hemû aliyên Tirkiyeyê dikin ku tenê navnîşanek heye ew jî paradîgmaya birêz Ocalan e. Divê bawerî bi hêza teorîk û pratîk a birêz Ocalan bê anîn û demildest azadiya wî pêk were. Heta em bigihîjin armanca xwe û birêz Ocalan bigihîje azadiya xwe û çareserî pêk were, wê têkoşîn û berxwedana me bidome.”
 
Meşvan piştî hevdîtina li Edeneyê, derbasî Mêrsînê bûn û wê li vir jî daxuyanî bê dayîn û bi nûnerên rêxistinên sivîl re hevdîtin bê kirin.