Ji sînorê Qamişlo: Yê ku şer bi dawî bike Abdullah Ocalan e
- 16:01 16 Kanûn 2024
- Rojane
MÊRDÎN - Di çalakiya nobetê de ku ev 4 roj in li ser sînorê Qamîşlo didome, hate tekezkirin ku yê şer bi dawî bike Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û got, "Em ê heta dawiyê Rojava biparêzin."
Çalakiya nobetê ya li sînorê Qamîşlo ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ku li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO ) ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 4'emîn de berdewam kir. Bi sedan kes serê sibê li sînor kom bûn û bi dirûşmeyan çalakiya protestoyê berdewam kirin. Di çalakiya nobetê de ku berdewam dike stran hatin gotin, Êlih (Batman) jî piştgirî da nobetê. Beşdarên çalakiyê bi dowîzên "Rojava rûmeta me ye" û "Bijî bexwedana Rojava" û pankartên "Rojava rumeta min ye" û "Bi ihê sefrê em em ê rojava bi parêzin" hat vekirin. Parlamenterên DEM Partiyê Kamûran Tanhan û George Aslan jî beşdarî nobetê bûn.
Piştî çalakiya nobetê daxuyaniya çapemeniyê hate lidarxistin. Di daxuyaniyê de ewilê Hevseroka DEM Partiyê ya Navçeya Êlihê Songul Korkmaz axivî û got, "Weke ku tê zanîn ji 27'ê Mijdarê û vir ve şerekî li dijî Rojava tê meşandin. Çeteyên qirêj ên ev şer dan destpêkirin, li dijî jiyana demokratîk şer dan destpêkirin. Şer çiqas bidome jî em ê heta dawiyê gelê Rojava biparêzin. Weke rêveberiya Êlihê em ji bo destekkirina Rojava li vir in. Li Nisêbînê û li hemû bajaran têkoşînek mezin tê meşandin. Heta ku ev şerê qirêj bi dawî bibe em ê li vir çalakiyên xwe yên ji bo parastina îradeya wan bidomînin. Yên ku herî zêde êş kişandine jin û zarok in. Divê li wir jiyana hemû sivîlan bê parastin û ev şer bê rawestandin. Herî dawî em dibêjin ku em ê heta dawiyê Rojava biparêzin."
Piştre parlamentere Mêrdînê Kamûran Tanhan axivî û got, ''Ev 55 roj in li ser gotina Birêz Abdullah Ocalan a 'Tecrîd didome'. Di hevdîtina dawî ya bi Abdullah Ocalan re diyar kiribû ku ew xwedî wê hêzê ye ku şer bisekinîne. Weke ku tê zanîn, Rojava îro ji aliyê dewletên emperyalîst ve tê xwestin bê tecrîdkirin. Dixwazin welatê ku di nava aştiyê de lê dijîn veguherînin welatê şer. Em her tim destê aştiyê digirin. Em dizanin ku yê şer biqede Birêz Abdullah Ocalan e. Ji bo vê jî divê pêşî xitimandin rabe.”