Berxwedana Silopiya-Cizîrê: Gelê Kurd çok danenî

  • 10:17 15 Kanûn 2024
  • Rojane
Gulîstan Gulmuş
 
ŞIRNEX - Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan têkildarî serdema qedexeya derketina derve ya sala 2015'an a li Cizîr û Silopiyayê got, "Di salên 90'î de, di salên 2015-2016'an desthilatdarî de têk çû. Gelê Kurd dizî nekir, ji bîr nekir û bi heman biryardariyê têkoşîna xwe domand."
 
Li navçeyên Cizîr û Silopiya yên Şirnexê di 14’ê Kanûna 2015’an de bi berxwedana xwerêveberiyê re qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Di qedexeyên ku 79 rojan li Cizîrê û 35 rojan li Silopiyayê dom kir de bi sedan binpêkirinên mafan ên manewî û madî pêk hatin. Di dema qedexeya derketina derve de li Cizîrê 177 jê li jêrzemînan bi giştî 288 kes hatin qetilkirin. Cenazeyên kesên di jêrzemînan de hatin qetilkirin ji ber ku nehatin naskirin radestî malbatên wan nehat kirin. Piştî 9 salan hîna jî cihê cesedên 11 kesan nayê zanîn.
 
Di vê pêvajoyê de li Cizîrê gelek avahî bi temamî hatin rûxandin an jî zirareke mezin dîtin. Li navçeyê avahiyên bi xisar hê jî radiwestin. Di qedexeyên hemwext ên ku li Silopiyayê dest pê kirin de, di encama gulebarana polîs û leşkeran de 29 kesî jiyana xwe ji dest dan. Piştî komkujiyan bi hezaran kes ji neçarî koçber bûn. Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a piştî qedexeyê, di dema qedexeya 35 rojan a li Silopiyayê de 350 avahî û kargeh xera bûne yan jî hilweşiyane. Di dema qedexeyan de boriyên avê hatin teqandin û xetên ceyran û înternetê li navçeyê qut bûn.
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê Newroz Uysal Aslan têkildarî binpêkirinên mafan û pêvajoya hiqûqî ya di dema qedexeyan de ji JINNEWS’ê re nirxand.
 
'Di lêpirsînê de yek leşker, polîs û memûrekî dewletê nayê darizandin'
 
Beriya her tiştî Newroz Uysal Aslan ku tevahiya pêvajoya qedexeyê weke "Dewletê li wir komkujî û êrîş pêk anî" nirxand û got:"Di vê pêvajoyê de ji aliyê hiqûqî ve baro, komele, saziyên navneteweyî, gelek koman li dijî van binpêkirinên mafan ên li wir pêk tên bang kir. Lê belê dewletê ev sazî girtin û lêkolîneke bi bandor nekir, delîl kom nekir, berovajî vê yekê eleqedar bû ku wan tarî bike. Di lêpirsînekê de yek leşker, polîs an jî karmendekî hikûmetê tune ye. Nehatin darizandin. Beriya salên 2015-2016’an nîqaşên pakêta ewlekariya navxweyî dihatin kirin ku leşker, polîs û kesên di ‘têkoşîna li dijî terorê’ de têdikoşin xwedî rayeya bikaranîna çekan û hêza kujer bûn. Di planên stratejîk ên plana rûxandinê de, garantî ji bo leşker, polîs û ekîbên Esedullah ên ku di wê heyamê de li wir wezîfedar bûn, hat dayîn ku lêkolîn li ser wan neyê kirin û ev name jî ji walîtîyê re û cihên pêwendîdar hatine şandin, ev nîşan dide ku ev yek bi navendeke koordînasyonê hatiye kirin."
 
'Dozgeriyê bi lez û bez biryara neşopandinê da'
 
Newroz Uysal Aslan, der barê pêvajoya hiqûqî de bi bîr xist, nêzîkatiya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li dosyayê nirxand û pêvajo çawa pêş ket bi van gotinan vegot: “Ji ber ku ev pêvajo ji destpêkê ve bi vî rengî derbas bû, ji aliyê parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), ku em wê demê endamên wê bûn, gelek serlêdan hatin kirin. Hin serlêdan ji bo kesên di jêrzemînan de birîndar bûne, hin jî ji bo siyasetmedaran li gorî qanûnên DMME’yê hatin kirin. Lê belê ev biryarên tedbîrê jî nehatin bicihanîn. Heta niha dosyayek rast nehatiye vekirin. Di sala 2018’an de ji aliyê DMME’yê ve li dijî Tirkiyeyê rûniştina dozê pêk hat. Di vê rûniştinê de serlêdanên me bi diyarkirina navnîşana Dadgeha Destûra Bingehîn ji Tirkiyeyê re hatin şandin. Niha jî ev doz berdewam in."
 
'Dosya bi polîtîkaya bêcezakirinê re rû bi rû dimînin'
 
Newroz Uysal Aslan da zanîn ku polîtîkayên bêcezahiştinê jî di vê serdemê de di meriyetê de bûn û wiha pê de çû:"
 
Dozgerî bêyî ku daxwazên Dadgeha Destûra Bingehîn pêk bîne bi lez û bez van dosyayan bi biryara neşopandinê girt. Hevalên me yên parêzer hê jî van pêvajoyên hiqûqî dişopînin. Dosya hê jî bi polîtîkaya bêcezakirinê re rû bi rû ne."
 
'Di êrîşên xwe de herî zêde jin kirin hedef'
 
Newroz Uysal Aslan, anî ziman ku di serdema qedexeyan de herî zêde jin di bin zextê de bûn û sedema hedefgirtina jinan wiha nirxand: “Sedema sereke ya van êrişan tevlîbûna jinê ya siyasetê ya bi daxwaza jiyaneke li ser esasê temsîliyeta wekhev bû. Ya yekem, teşhîrkirina bedana Ekîn Wan mînaka vê ya herî berbiçav bû. Wan ev rewş wek serkeftin û pesindaneke mezin pêşkêş kirin û bi rêya medyaya dîjîtal xizmet jê re kirin. Bi rastî jî çawa li Filîstîn û Rojava li jinan kirin, li Tirkiyeyê jî heman tişt hat kirin. Li Silopiyayê jinên weke Sêvê, Pakîze û Fatma ku ji bo jinan têdikoşiyan, bajarê xwe parastin û tevî operasyonên îmhayê yên dewletê jî derneketin, hatin qetilkirin."
 
'Gotinên zayendperest nivîsandin'
 
Newroz Uysal Aslan, da zanîn di vê serdemê de tundiya li ser jinan zêde bû û wiha got:"Jinên ku ducanî bûn, di dema qedexeya derketina kolanan de neçar man li malê zarokên xwe bîni dinê. Jinên ku hatin binçavkirin, îşkence û destdirêjî li wan hatin kirin jî bûn hedefa vê zilmê. Ev pêvajo veguherî serdemek ku hem dijminatiya Kurdan û hem jî dijminatiya zayendperest hîn dijwartir bibe. Ger tê bîra we, li Farqînê, li Silopiyayê û li Cizîrê gotinê zayendperest ji aliyê kesên êriş kirin bi sernivîsan hatin nivîsandin."
 
Tirsa dewletê
 
Newroz Uysal Aslan bi bîr xist ku Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel jî di vê pêvajoyê de bû hedef û hat qetilkirin û got, "Nasnameya ku dewletê wê demê herî zêde êrîşî wê kir, nasnameya jinê bû.Tirsa dewletê ya rastî ji tevlîbûna xurt a jinan a di qada civakî de derket. Ev jin ne tenê parêzvanên xaka xwe bûn, di heman demê de jinên ku bi armanca avakirina jiyaneke nû, pêşengî kirin û siyaset kirin." 
 
'Gelê Kurd bi heman biryardariyê têkoşîna xwe dewam kir'
 
Newroz Uysal Aslan, anî ziman ku li gel hemû êrîşên li ser zimanê zikmakî û polîtîkayên çandê yên ji berê heta niha hatine kirin, kes nikarin tine bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tirkiye ji roja damezrandina xwe ve bi polîtîkayên xwe yên şer û îmhayê ev yek ceriband. Lê kurd li wan herêman hê jî li ber xwe didin û hê jî xwediyê îradeya xwerêveberiyê ne. Kurdan bi parastina nasname û çanda xwe hem di asta siyasî û hem jî di asta civakî de ev xebat nîşan dan. Dewletê ne di salên 90’î de ne jî di salên 2015-16’an de nekarî van armancan pêk bîne. Di heyama pêş de divê perspektîfeke çareseriyê ya rast derbikeve pêş, ne siyaseta eşkere ya îmha û şer. Ji ber vê yekê gelê Kurd çok danenî, ji bîr nekir û heta niha bi heman biryardariyê têkoşîna xwe didomîne."