Şandeya navneteweyî ji bo dîtina Abdullah Ocalan serlêdan kir

  • 10:49 3 Kanûn 2024
  • Rojane
ENQERE - Şandeya navneteweyî bi daxwaza dîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan serî li Wezareta Edaletê da. Şandeyê got, "Tecrîda neqanûnî ya li ser Birêz Abdullah Ocalan ji sala 2021'ê û vir ve dewam dike. Divê Birêz Ocalan azad bibe."
 
Şandeya navneteweyî ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat Tirkiyeyê, daxwaza hevdîtinê li Wezareta Edaletê kir û li ber wezaretê daxuyaniyek da çapemeniyê.
 
Parlamenterên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) jî tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn. Beşdarên daxuyaniya çapemeniyê ev in:
 
"Serokê Partiya Çep a Ewropayê Walter Baier, Parlamentera Tifaqa Çep Kesk a Îtalyayê Francesca Ghirra, Matteo Massa, Endamê Meclîsa Komarê ay Portekîzê Eduardo Jorge Costa Pinto, ji Katalonyayê parlamenter Eulàlia Reguant Cura, ji Desteya Rêveber a CUP a Katalonyayê Blai Tabarner, Rêvebera Koma Piştevaniya Kurd a Partiya Sor a Norwêcê Anne Kulseng Berg, Rêvebera Konfederasyona Karker a Giştî ya Îtalyayê Caterina Posterino, Rêvebera Konfederasyona Karker a Îtalyayê Fracesca Baruffaldi, rojnamevan Benedetta Rossi, Daniela Galie, Serokê Koma Komunîst a Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Parîsê Raphaëlle Primet, Rêveberê Eyaleta Hessenê ya Partiya Çep a Elmanyayê Jakob Migenda, Rêveberê Partiya Çep a Elmanyayê Yusuf Karacelik."
 
Parlamentera Tifaqa Çep Kesk a Îtalyayê Francesca Ghirra daxuyaniya hevpar xwend û piştgiriya bi gelê Kurd re nîşan da.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di vê demê de ji bo dîtina potansiyela pêşvebirina stratejiya bi diyaloga çêker, em bawer in ku têkilîdanîna bi hikumeta Tirkiyeyê re gelekî girîng e. Her wiha destnîşankirina dengê Birêz Abdullah Ocalan gelekî girîng e.
 
Piştî dagirkirina Til Rifetê û êrîşa li ser herêmên Kurdan ên li Helebê, metirsî heye ku nifûsa Kurd tine bibe. Herêma Helebê ji 26'ê Mijdarê û vir ve bûye navenda tevdan û sorbûna leşkerî ku jiyana bi hezaran sivîlan, bi taybetî jî nifûsa kurdan dixe xeteriyê. Rewş gelekî aloz bûye û sivîlên bê parastin mane di nava dorpêçiyê de ne û bi krîza mirovî re rû bi rû ne. Şoreşa Rojava ji bo mafê diyarkirina çarenûsa xwe û berxwedana li dijî zextê tecrûbeyeke bêhempa ye.
 
Berxwedêriya hêzên Kurd di têkoşîna li dijî terorîzma DAÎŞ'ê de û ji bo aramkirina herêmê bandoreke diyarker kiriye. Lê belê li gel ku di ser berxwedana Kobanê ya dîrokî re 10 sal derbas bûn ku belavbûna DAÎŞ'ê sekinand, ev modela civakî ku nirxên demokrasî û azadiyê temsîl dike, bi gefa tinekirinê re rû bi rû ye. Ji ber vê yekê em dixwazin bang bikin: Ji bo rawestandina tundiyê û pêşîgirtina li felaketa mirovî ya nû, pêwîstî bi çalakiyeke bi lez û bi biryar heye."
 
'Li dijî hiqûqa navneteweyî û neteweyî ye'
 
Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku rewşa gelê Kurd hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo civaka navneteweyî encamên girîng bi xwe re tîne û hate gotin, "Tevkariya Birêz Abdullah Ocalan, ji bo hêsankirina diyalog û feraseta navbera hikumeta Tirk û civaka Kurd gelekî girîng e. Bi taybetî hewldanên Birêz Ocalan ên navbera salên 2013-2015'an ku ji bo çareseriyeke aştiyane bi baldarî nexşerêyek diyar kir, ji aliyê kesên ku dixwestin bi rengekî çalak tevlî pêvajoya aştiyê bibin, bi erênî hate pêşwazîkirin. Ragirtina Birêz Ocalan 25 salan li girava Îmraliyê di bin tecrîdê de li dijî hiqûqa navneteweyî û neteweyî ye."
 
'Em dixwazin Birêz Ocalan tavilê bê berdan'
 
Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku li gel rexne û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî Rêber Apo ji sala 2021'ê û vir ve di bin tecrîdê de ye û hate gotin, "Ji bo girîngiya biryara girîng a hiqûqa navneteweyî û hesta edaletê û pîvanên mafên mirovan li bîra hikumeta Tirk bixin, em li vê derê ne. Ji ber vê jî em dixwazin Birêz Ocalan tavilê bê berdan û hevdîtinên ji bo aştiyê yên şênber bi xurtî destpê bikin. Heta ku ji bo gelê Kurd lihevkirineke aştiyane pêk were û Birêz Ocalan azad bibe, hewldanên me wê bi biryardarî dewam bikin."