Rojnameger Stêrk Gulo: Şerê hebûn û tunebûnê

  • 10:03 2 Kanûn 2024
  • Rojane
Derya Ren
 
RIHA - Derbarê êrişên HTŞ'ê yên li ser Heleb'ê de jî Rojnameger Stêrk Gulo wiha got: "Ev şer ji bo gelê Sûriyeyê bûye şerê hebûn û tunebûnê."
 
Şerê li Sûriyeyê ku di sala 2011’an de dest pê kir, hêj didome. Bi îdiaya “çareseriyê” gelek hêzên navneteweyî û herêmî tev li şer bûn lê heta niha jî “îstîqrareke navxweyî” çênebûye. Koma Heyet Tehrîr - el-Şam (HTŞ) ku dewleta tirk serkêşiya wê dike, piştî 8 salan careke din kete Helebê û şer derbasî qonaxeke din bû. HTŞ, di 26’ê Mijdarê de êrişî bajarê Helebê kir. Leşkerên Hikûmeta Şamê, hêzên Rûsya û Îranê ji hin deveran vekişiyan. Ji bilî van hemûyan, yekîneyên parastina gel li herêma Şêx Meqsûd a Helepê li dijî HTŞ’ê ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê destekkirin, dest bi parastina xwe kirin.
 
Rojnameger Stêrk Gulo li herêmê nûçeyan dişopîne ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî û bal kişand ser rewşa dawî. 
 
‘Dîrokeke berxwedanê ya Şêx Meqsûdê heye' 
 
Rojnameger Stêrk Gulo diyar kir ku wan di 27'ê Mijdarê de nêzîkî sînorê Helepê bûne û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ji sê aliyan ve dest bi êrişê kirin. Gelek çeteyan hewl dan bikevin Helebê. Heleb ji bo Sûriyeyê xwedî girîngiyeke stratejîk e. Weke ku ji êrişan jî diyar dibe, Heleb niha bûye 2 parçe. HTŞ’ê heta niha hewl daye êrişî başûrê rojavayê Helebê, li nêzî Enedan û Kefer Hemra bike. Asayîş ji aliyê yekîneyên parastina Kefer Hemra Helep ve tê kirin. Li aliyê din yek ji cihên ku êriş lê kirin Şêx Meqsûd e ku di dîroka berxwedanê de cihekî girîng e. Di sala 2016’an de gelê li Şêx Meqsûd li dijî hemû çeteyan berxwedaneke mezin nîşan da."
 
'Hakan Fîdan Sûrî tehdît kir'
 
Stêrk Gulo, destnîşan kir ku ji ber ku leşkerên Hikûmeta Şamê li ber xwe nedan, nakokî çênebûn û wiha bi lêv kir: "Li aliyê din leşkerên artêşa Rûsyayê ji gelek herêman vekişiyan. Rejîma Sûriyê li ber xwe neda. Ji derveyî wê El-Bab e, ku niha şer lê didomin. Çeteyên ku Tirkiye piştgiriya wan dike ji wir êriş kirin. Û berê xwe dan Til Rifatê. Her kes vê yekê baş dizane. Piştî sala 2018’an gelê Efrînê hatin Şehbayê. Ew li nêzî 30 kampan dimînin. Êrişên komên çete yên li El-Babê hê jî dewam dikin. Bi taybetî dixwazin xeta Tîl-Rîfatê ji Şehbayê di ser gundê Emilhoş re bigirin. Bêguman tifaqên mezin çêdibin. Êrişên HTŞ û Tirkiyeyê ji aliyê dewleta Sûriyeyê ve weke 'dagirkerî' hatin pênasekirin. Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan piştî daxuyaniya dewleta Sûriyeyê ya 'dagirkeriyê' eşkere gef li Sûriyeyê xwar." 
 
'Yekîneyên parastina gel li ber xwe didin'
 
Stêrk Gulo, diyar kir ku Artêşa Sûriyeyê li Helepê bandora xwe winda kir û wiha axivî: "Ger yekîneyên parastina gel li Şêx Meqsûd û Şehba li dijî van çeteyan şer nekin, ne leşkerên Rûs, ne leşkerên hikûmeta Şamê û ne jî hêzên Îranê nikarin bersiva van êrişan bidin. Li gorî agahiyên ku ketine destê me, hêzên Îranê herêmên Nibul û Zehra jî terikandine. Ger îro li wir li ber xwe bide, ew yekîneyên parastina gel in. Li Helebê êdî gel berê xwe didin herêmên ewle."
 
Li hemberî êrişan rêxistinbûna jinan
 
Rojnameger Stêrk Gulo, daxuyand ku ev pêvajoyeke nû ya hemû Sûriyeyê yê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Êrîşên Îsraîlê yên li ser Rojavayê Sûriyeyê hê jî berdewam dikin. Li aliyê din êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmên dagirkirî hene. Dema em li êrişan dinêrin, em dibînin ku heta niha tu bertekeke cidî ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve nehatiye kirin. Ji bilî vê, DYE got ku ew ne aliyek şer e. Bandoreke Rejîm û leşkerên Rûs nemaye. Lê li gel van hemûyan em dibînin ku li Şêx Meqsûd û Şehba rêxistinbûneke mezin a jinan heye û hemû gel bi jinan re li dijî êrişan radiweste."
 
'Şerê hebûn û tunebûne'
 
Stêrk Gulo wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rêvebiriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê mînakeke mezin e. Eger hikûmeta Şamê bi hêzên demokratîk re bibe yek, dibe ku encamên cuda derkevin holê. Dibe ku berteka wê li welatên derdorê jî be û ji rewşên şer bên derxistin. Bi vî awayî, ew dikarin hêza xwe ya hundurîn bêtir xurt bikin. Îro jî êriş li tevahiya Sûriyeyê berdewam dikin. Kesên ku xwe bi rêxistin bikin û xweparastinê pêk bînin wê di van êrişan de bi ser bikevin. Di serî de hêzên parastinê hemû gelê berxwedêr bi moraleke mezin li dijî êrişan radiwestin. Ev şer ji bo gelê Sûriyê bûye şerê hebûn û tinebûnê. Bi vê berxwedanê dikarin desthilatdarî û desthilatdariya xwe ava bikin."