‘Ji bo civakek aştiyane polîtîkayên çareseriyê divê'
- 09:03 30 Mijdar 2024
- Rojane
Pelşîn Çetînkaya
ÊLIH - Hevseroka DEM Partî ya Êlihê Songul Korkmaz da zanîn li dijî daxwaza aştiyê ya Gelê Kurd desthilatdarî di tecrîdê de israr dike û got sedema şerên tên jiyîn tecrîde. Songul Korkmaz wiha got: “Ji bo civak bîhnek fireh bigire divê tecrîd bê rairin, pisgirêka kurd bi rêbaza aştî û demorkasiyê bê çareserkirin.”
Konsepta şerê ku desthilatdarî dimeşîne, ne tenê li Kurdistan û Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn jî her diçe zêde dibe. Di vê civakê de ev konsepta şer rê li ber krîza aborî, qetilkirina jina, destdirêjî û binpêkirina mafan vedike. Ev êrişên ku bandorek mezin li ser mirovan dike, li aliyê din jî bêhêvitiyê diafirîne. Lê gelê Kurd tevî hemû zext û astengiyan têkoşîna xwe li her qadê dimeşîne.
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Êlihê Songul Korkmaz der barê daxwaza aştiyê ya Kurdan û neçareseriya pirsgirêka kurd de axivî.
‘Qeyûman ewil jin hedef girtin’
Songul Korkmaz da zanîn ku li Kurdistanê bi salan e polîtîka şerê taybet di dewrê de ye û wiha got: “Wek hûn dizanin bi salane polîtîkayên şerê taybet di dewrê de ye. Ji 2016’an dest pê kir û heta 2024’an polîtîka qeyûman hat meşandin. Di 2016’an de dema qeyûm hatin tayînkirin ewil destkeftiyên jinan hedef girtin. Ev ji şerê taybet serbixwe nîne. Tehemulê jinan nakin ku di siyasetê de cih bigirin û pêşengiyê bikin. Me di 2019’an de jî heman pêkanîn dît. Niha dîsa heman polîtîka tê meşandin. Ev êrişeke li hember nûneriya wekhev û hevserokatiyê ye.”
‘Mêr tayînê midûriyetên polîtîkayên jinan kirin’
Songul Korkmaz diyar kir ku ew bi teşeyê rêveberiyê demokrasiyê diparêzin û wiha domand: “Em gelê xwe tevli mijar û bernameyên xwe dikin. Tevli plansaziyan dikin. Ji ber Divê di her astê de gel cih bigirin. Me her tim ev esas girt. Me şaredariyek zelal esas girt. Heman demê de hesab dayîn jî kedek mezin e. Niha dîsa qeyûm hatin tayînkirin. Lê em ê her tim xwedî li destkeftiyên xwe li nirxên xwe derkevin.”
‘Sedema pirsgirêkan tecrîde’
Songul Korkmaz bi lêv kir ku sedema pirsgirêkên tên jiyîn tecrîde û wiha vegot: “Sedema hemû pirsgirêkan krîzan, şer, tecrîd e. Bi salan e li ser Birêz Abdullah Ocalan tecrîdek giran tê meşandin. Herî dawî parlamenter Omer Ocalan çû hevdîtinê. Birêz Ocalan got ez dikarim di çarçoveya hiqûqî û destura bingehîn de pisgirêkê çareser bikim. Daxwaza me jî rakirina tecrîdê bû. Lê hîna jî di tecrîdê de israr dikin. Ji bo çareseriyeka aştiyane û demokratîk divê tecrîda giran rabe. Ji bo civak bîhnek fireh bigire divê tecrîd rabe aştî pêk bê.”