Ji bo şaredariya Mîksê qeyûm hat tayînkirin

  • 20:03 29 Mijdar 2024
  • Rojane
WAN - Ji bo şaredariya Mîksê ku polîsan dorpêç kir, qeyûm hat tayînkirin.
 
Ji bo şaredariya Mîks a Wanê qeyûm hat tayînkirin. Duh runiştina hevşardarê Mîksê Ayvaz Hazir hat dîtin û di runiştinê de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê û li ser navê rêxistinê sûc kirin’ 3 sal û 11 meh ceza  hatibû birîn.
 
Wezareta karê hundir daxuyand ku Qeymeqamê Mîksê Harun Arslanargun wek qeyûm tayînê şaredariyê kirine.
 
Hevşaredar bi zor hatin derxistin
 
Polîsan dora şaredariyê girtin û xwestin hevşaredar û xebatkar ji şaredariyê derkevin. Hevşaredar Ayvaz Hazir û Nebahat Benek û xebatkaran li dijî polîsan berxwe dan lê ji aliyê polîsan ve bi zor hatin derxistin.
 
Qeyûmê diz
 
Welatiyên li ber avahiya şaredariyê hatin gel hev dirûşmeyên ‘bijî bgerxwedana gelê Kurd’, ‘qeyûmê diz’ berz kirin.
Qeyûm çawa çû pankarta ‘şaredarî ya me ye, em ê destur nedin xespkirinê’ daxist. Welatiyan bertek nîşanê vê da û diyar kirin ku ev dijminê gel in.
 
 
‘Divê gelê me li dijî dijhiqûqiyê bin’
 
Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Mahmut Dîndar bang kir ku her kes bê ber şaredariyê û xwedî li îradeya xwe derkevin. Mahmut Dîndar bi lêv kir ku divê gel li dijî vê dijhiqûqiyê bin.
 
Parlamenterê Wanê yê DEM partiyê Sîncan Çîtfyurek jî bertek nîşan da û got bi Kurdan re aştî wisa pêk tê? 
 
Li aliyê din jî yên ji Wanê diçûn Mîksê di rê de hatin rawestandin û hemû rê hatin girtin.Bajar hat dorpêçirin û bendewariya gel li ber şaredariyê didome.