Li Parlamentoya Elmanyayê civînek li ser têkoşîna jinan hat lidarxistin
- 15:05 10 Mijdar 2026
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Roja 9’ê Mijdara 2026’an, bi boneya salvegera hilweşîna Dîwarê Berlînê, li Parlamentoya Federal a Elmanyayê (Bundestag) li Berlînê civînek navnetewî bi sernavê ‘Jin ji bo Azadî û Ewlehiyê’ hat lidarxistin.
Civîna navnetewî bi navê ‘Jin ji bo Azadî û Ewlehiyê’ bi beşdariya çalakvanên Îran û Efgan li Parlamentoya Elmanyayê hat lidarxistin. Di civînê de behsa zordestiya li ser jinan, berxwedana li dijî rejîmên otorîter û mafên jinan hat kirin.
Di civînê de, parêzvanên mafên jinan, dijberên rejîmên otorîter û kesayetên alîgirên demokrasiyê ji Îran, Efganistan û gelek welatên din amade bûn, têkildarî zordestiya li ser jinan, têkoşîna li dijî dîktatoriyê û rola jinan di parastina azadî û demokrasiyê de nêrînên xwe parve kirin.
Di civînê de têkildarî mafên jinan axaftin hatin kirin
Di nava beşdaran de çalakvana mafên jinan a Îranî Masih Alinejad û karsaza Efgan Roya Mahbub hebûn. Endama Parlamentoya Federal a Elmanyayê Julia Klockner û Seroka Meclîsa Netewî ya Fransayê Yael Braun-Pivet jî di civînê de axaftin kirin.
Çalakvanên ku nûnertiya Belarûs, civaka Uygur, Kuba û Elmanya dikin jî di civînê de amade bûn. Beşdarên weke serokê muxalefeta Belarûs Sviatlana Tsikhanouskaya, çalakvana mafên mirovan a Uygur Rushan Abbas û çalakvana muxalîf a Kubayî Rosa Marîa Paya hebûn.
Di civînê bi giranî li ser mijarên mafên jinan, ewlehî û domdariya demokrasiyê hat rawestîn. Beşdar her wiha li ser ezmûnên jinan ên bi zexta siyasî re rûbirû dimînin sekinîn, nîqaş kirin û daxwaz û pêşniyarên berbiçav ji bo polîtîkayên derve û ewlehiyê yên Elmanya û Yekîtiya Ewropayê girtin dest.
Civîna ku ji aliyê Nûnera Taybet a Parlamentoya Federal a Elmanyayê ve ji bo yên bûne hedefa dîktatoriya SED (li Elmanyaya Rojhilat a berê) Evelyn Zupke, bi hevkariya tevgera ‘Azadiya Min a Veşartî’, komeleya ‘Jin ji bo Azadiyê’ û Weqfa Azadiya Axel Springer ve hat organîzekirin.







