Li Kenyayê agir bi wargeha xwendekarên keç ket

  • 12:44 28 Gulan 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Gilgil ê Kenyayê, agir bi wargeha xwendekarên keç ket. Herî kêm 16 kes mirin, 73 kes jî birîndar bûn. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.
 
Li Dibistana Keçan a Utumishiyê, nîvê şevê agir bi wargeha xwendekaran ket. Li gorî çavkaniyên polîsan, di şewatê de herî kêm 16 kes mirin, 73 kes jî birîndar bûn.
 
Hate ragihandin ku şewatê bi dema herêmî saet di 03:30'î de destpê kir. Li dibistana ku bi 100 kîlometreyî li bakurê paytext Nairobiyê ye, agir bi wargeha xwendekaran ket.
 
Tîmên Xaça Sor a Kenyayê jî beşdarî karên rizgarkirinê bûn.
 
Wezîrê Karên Hundir ê Kenyayê Kipchumba Murkomen û rayedarên polîsan çûn herêmê. Serokê Daîreya Lêpirsînên Krîmînal a Kenyayê Muhammed Amiin lêpirsîna li ser sedema rûdana şewatê li cih lêkolîn dike.
 
Beriya niha jî gelek caran li wargehên xwendekaran şewatê rû dabûn. Di Îlona 2024'an li nêzî bajarê Nyeriyê agir bi wargeheke xwendekaran ketibû û 21 xwendekaran jiyana xwe ji dest dabûn.
 
Di sala 2001'ê de jî li herêma Machakosê ji ber şewatê 67 xwendekarên lîseyê jiyana xwe ji dest dabûn.