Hunermenda şahidiya dîrokê kir: Zêde dem tune ye

  • 09:02 17 Tîrmeh 2025
  • Çand û Huner
Şehrîban Aslan
 
AMED - Hunermend Rûgeş Kirici ya şahidiya dîrokî kir wiha got: “Divê em dereng nemînin. Zêde dem tuneye. Salên dirêj ên têkoşînê hene lê ji bo demokrasiyê sebra me nemaye. Divê zûtir gav bên avêtin."
 
Li ser banga Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan 11’ê Tîrmehê li bejahiya Silêmaniyê li herêma Şikefta Casenê ‘Koma Aştî û Civaka Demokratîk’ merasîma şewitandina çekan pêk anîn. Bandora merasîmê hîna didome. Bi sedan kesî li qada merasîmê şahidiya dema dîrokî kir. Yek ji vê jî hunermend Rûgeş Kirici bû.
 
Rûgeş Kirici şahidiya demên dîrokî û rola hunermendan a di aştiyê de vegot.
 
Em bi kelecan bûn
 
Rûgeş Kirici da zanîn ku şansa wê yê şahidî kirinê hebûye û ji ber vê jî gelek kelecanî bûye. Rûgeş Kirici wiha anî ziman: “ Min di vê pêvajoyê de şahidiya gelek tiştî kir. Lê şahidiya tiştekî wisa bi rastî mezin bû. Ez pir bi şans bûm. Gelek kes bi hev re derketin rê heman hest hebûn. Roja ewil em çûn ewlehiyên mezin hatibûn girtin. Em bi şev gihiştin otelê. Ji kelecanê em ranedizan. Em di bin ewlehiyên mezin de gihiştin cihê merasîmê. Her tişt pir baş û baldar hatibû amadekirin.”
 
‘Min bi dehan carî mêze kir’
 
Rûgeş Kirici daxuyakirin ku mijar ne şahidiya seremoniyekê bû û wiha daxuyand: “Mijar temaşekirina merasîmeke dîrokî ya evqas sal bû. Ya ku kelecan afirand jî ev bû. Atmosfera wir pir mezin bû. Destûr nedan em telefonên xwe bibin wir. Ji bo wir jibîr nekim min sê çar caran dinihêrt. Li rêk û pêkbûnê, sahneyê, cil û bergên wan, girtina wan a çekan û hîna gelek tiştên din.”
 
‘Jinan çîroka xwe nivîsin’
 
Rûgeş Kirici da zanîn wiha dirêjî dayê: “Wêneyekî gelek xurt bû. Li pêş fermandarek jin, li pişt wê gerîlayên jin û hevalên din. Bixwebaweriyek mezin cidiyetek mezin. Wek têkoşîna dîrokî ya bi salan vedigotin. Ez dikarim wisa bêjim; Jinan çîroka xwe bixwe nivîsin. Mi di wêneyê wir de ev dît.”
 
‘Divê gavên lezgîn bên avêtin’
 
Rûgeş Kirici da zanîn ku divê her kes peywira xwe bîne cih û wiha dirêjî dayê: “Huner qêrîna heqîqetê ye.  Evîn, hezkirin, mijarek polîtîk, qêrîn e. Huner jiyana nû ava dike. Di astek wisa de divê pirsa civaka demokratîk bê pirsîn. Ji bo min ev rê riya xurt e. Zêde dem tuneye divê bi lez gav bên avêtin. Bêguman divê zemîna destûra bingehîn bê avakirin. Divê demildest gav bên avêtin. Riya şifayê ya herî bi bandor huner e. Jinên Barê şer û hêvî kirinê baş dizanin. Dayikên zarokên xwe windakirine aştiyê diqîrin. Ez jî zaroka vî gelî me. Em amade ne. Jin ji bo aştiyê her tim amade bûn.”
 
Bîhna zarokên me li ser wan hebûn
 
Rûgeş Kirici wiha dawî lê anî: “Ez dixwazim çend tiştên di merasîmê de min şahidiya wê kir vebêjim. Piştî merasîma çek berdanê şûnde bi cidiyetek mezin derketin û winda bûn. Heta winda bûn her kesî bi baldarî temaşe kir. Wê demê her kesî rondik barand û her kes hestiyar bû. Bêguman ji bo aştiyê jî kêfxweşî hebû. Di heman demê bi êşan re hatin rû hev û bi êşan xemgînî hebû. Her kesî wêneyekî xizmên xwe li wir bicih kir. Deng dihat digotin ‘çima em hembêz nekirin û çûn’. ‘Çima bi me re neaxivîn'. Digotin ‘bîhna zarokên me li ser wan hene’.”