‘Li Kurdistanê qirkirina ekolojiyê’

  • 09:04 13 Tîrmeh 2025
  • Ekolojî
 
AMED - Çîlem Aydin da zanîn ku van rojên pêvajoya aştiyê tê axaftinê de axa Kurdistanê bi qirkirinê re tê rû hev û got: “Heta hevsengiya ekolojiyê pêk nayê aştî jî ne pêkan e. Aştî giştiye û divê her aliyê wê bê fikirîn.
 
Axa Kurdistanê ji şîrketên sermayê re tê pêşkêşkirin û dewlet axa Kurdistanê pêşkêşî şîrketên sermayê dike. Endama Komeleya Ekolojiyê Çîlem Aydin der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.
 
Çîlem Aydin got şer qirkirina ekolojiyê ye û got: “Van rojên aştî tê axaftin de heta hevsengiya ekolojiyê nayê avakirin ne pêkane em behsa aştiyek civakî bikin.Şer hilweşînên mezin a ekolojîke. Di şer de mirov tenê namirin. Xweza tê tunekirin. Zindî tên tunekirin. Hevsengiya xwezayê xera dibe.”
 
‘Gel koçber dibe’
 
Çîlem Aydin got ji ber texrîbata ekolojiyê û şer gel ji warên xwe dibin û wiha axifî: “Bi destêdewletê daristan tên şewitandini gund tên şewitandin. Mirov tên koçberkirin. Bi hinceta ewlehiyê bendav tên çêkirin. Ekosîstema xwezayê serobino dibe. Dema şer de çekên kîmyewîyên tên bikaranîn xwezayê texrîd bikin. Dewlet dem bi dem vê dubare dike û hemû riyên vegera gund jî digirin. Ev encamên şer in. Bikaranîna çekên giran zindiyan mirovan jehrî dike. Avê axê jehrî dike. Zindiyên wir tune dike. Ax ji şîrketên sermayê re tên vekirin û leşker piştgiriyê didin wan. Ji bo çavtirsandina gundiyan vê dikin.”
 
‘Têkoşîna gundiyan didome’
 
Çîlem Aydin daxuyakirin ku bi taybet li navçe û gundên Amedê û seranserê erdnîgariya Kurdistanê xebatên madenê dikin jiyanê û got têkoşîna gundiyan a li dijî qirkirina xwezayê didome. Çîlem Aydin wiha dirêjî dayê: “Ev proje bi piştgiriya dewletê tên kirin. Di bin navê elwehiyê de bendav tên çêkirin û hemû zindî tên tunekirin. Xwegîhandina gund û qadên jiyanê bê derfet hatine hiştin. Qirkirineke ekolojiyê ya cidî mijara gotinê ye.”
 
‘Heta ku hevsengiya xwezayê ava nebe aştî jî ne pêkan e’
 
Çîlem Aydin balkişand ser pêvajoya aştiyê û got heta ku bi xwezayê re aştî nebe aştî ne pêkane û wiha dawî lê anî: “Projeyên didomin hene. Bendavên tên plankirin bên çêkirin hene. Li aliyekî em aştiyê diaxivin li aliyê din qirkirina ekolojiyê mijara gotinê ye. Em ji ber vê dibêjin bêyî hevsengiya ekolojîk aştî jî nabe. Bêyî aştiya bi xwezayê re aştî ne pêkan e. Aştî giştî ye û divê her aliyê wê bê fikirîn.”