PAJK: Bi rihê Zîlanê em ê azad bibin
- 15:59 29 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - PAJK'ê şehîd Zîlan bi bîr anî û destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê ya li ser xeta Rêber Apo û şêwaza Zîlan têdikoşe wê ji pêvajoya 'Aştî û Civaka Demokratîk' re bibe bersiv û xwedî li xeyalên şehîdan derkeve.
Daxuyaniya Koordînasyona PAJK'ê ya li ser malpera pajk.online hate weşandin bi vî rengî ye:
"Di meşa me ya mezin a azadiyê de ku nîv sedsal derbas kiriye, bi deh hezaran çalakvan û pêşengên me yên nemir hene ku her yek ji wan nirxekî bêdawî îfade dike. Ev mîrateya me ya herî mezin, sedema hebûna me û hêza me ya têkoşînê ye. Em bawer dikin ku gava em bi ronahiya şehîdên xwe yên ku em bi hebûn û rûmeta xwe deyndarê wan ne ronî dibin, tu hêzeke bi hişmendiya tarî nikare me ber bi paş ve bikişîne û em têkoşîna xwe dewam dikin. Bi vê bawerî û hişmendiyê, em hemû şehîdên xwe yên ku pratîkbûna her herî xurt a pêşengiya Rêber Apo û şênberbûna fedaî ya armanca azadiyê ne, carek din bi mînetdarî bi bîr tînin.
Bêguman fermandar, xwedawenda serketinê ya şerê me yê azadiyê û doza me ya rûmetê ya li ser xeta fedaî ya Apoyî, hevrê Zîlan (Zeyneb Kinaci) ye. Em hevrê Zîlan, nûnera jiyana bi wate û çalakgeriya mezin a di vê rêyê de, di 30’mîn salvegera şehadeta wê de bi rêz û mînet bi bîr tînin. Weke hevrê û şopdarên wê; em soza xwe nû dikin ku heta em ji bo gelên xwe û hemû jinên li welatê xwe, herêmê û cîhanê jiyaneke wekhev û azad ava nekin, azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe misoger nekin û li ser bingeha aştiyeke bi rûmet pirsgirêka Kurd çareser nekin, em ê bê rawestan têkoşînê bikin.
Gelê me yê ku xwedî civaka kevnar a vê xaka dergûşa mirovahiyê ye; li dijî dagirkerên ku ziman, nasname û çanda wî qedexe kirine, hebûna wê înkar kirine û tunekirin anîne rewşa polîtîkaya bingehîn 200 sal in li ber xwe dide. Li welatê me yê ku şêwaza jiyanê bûye berxwedan, serketin bi pêşengiya Rêber Apo, bi xeta wî ya şer û şêwaza wî ya têkoşînê şênber bû. Ev jî bêguman bi sekna tûj û radîkal a li ser xeta fedaî ya Apoyî derket holê. Fedayîbûna ku navê sekna Rêbertiya me ya ku xwe fedaî azadiya jinan, gelê me û bi giştî ya bindestan kiriye, ji Mazlûman derbasî Kemalan, ji Bêrîtanan derbasî Zîlanan û ji Zîlanan jî derbasî gelê me yê têkoşer bû û di her wateyê de xeteke bi serketinê kilit bûye afirand.
Rola dîrokî û kesayeta dîrokî ya hevrê Zîlan tam li vir watedar dibe. Ji ber ku wê pêşengiya teşegirtina gel û tevgerekê kir ku ji bo azadiya xwe dibe fedaî. Li hemberî dagirkerî, zilm û saltanatên wan bi ruhekî ku bi baweriya azadiyê hatiye strandin, bi dilekî evînê bi gelê xwe ve hatiye girêdan, weke xwediyên hişmendiyeke ku heqîqeta Rêbertiyê fam kiriye, Rêbertiya ku dihêle em li ser bingeha rûmetê ji nû ve bibin xwedî hebûn, rê û tarzê ku divê em çawa şer bikin nîşa me da, fêrkariya têkoşînê afirand. Her wisa şêwaz şênber kir û rê nîşan da ku hebûna me weke jin û Kurd tenê bi Rêber Apo re dikare bikeve ser rêya azadiyê, dikare bi wî re serketinê bi dest bixe û tenê bi xwedîderketineke xurt a li Rêbertiyê û bi sepandina serketinê ya li ser bingeha xeta jiyan û şer, dikarin dagirkeran û pergalên zilmê derbas bikin. Ji ber vê yekê, ji bo gel û tevgera me, Zîlan navê fedaîbûna di xeta Apoyî de, navê misogerkirina serketin û pêşxistina azadiyê ye; israra têkoşîn, ferasat û rêbazê ye. Ew teqîna hêsreke mezin e li dijî pergala serdestiya mêr, nîzama mêtingeriya dagirker û her cûre paşverûtiya ku li ser gelê me û jinan tê ferzkirin; organîzekirina tola dîrokî, xwedawendbûna wêrekiyê û veguherîna hişmendiyê ya ber bi afirandina taktîkê ve ye.
Hevrê Zîlan xeta Azadiya Jinê li ser pêşengiya têkoşînê bi pêş xist, tevî hemû dezavantajên tevger û gelê me li hemberî dijmin çalak kir û bi vî rengî bû ruh, hiş, dil û xeta çalakiyê ya ku ji parastinê derbasî êrîşê dibe. Wê felsefeya 'Em ji mirinê mezintir in' di hundirê her ferdekî gelê me û hemû jinên têkoşer de bi cih kir, vîna civakê veguherand polayê û bû hîndekariya ku helwesta buhayê wê çi dibe bila bibe wê dev ji azadiyê bernedin jiyanî kir. Bi vê yekê re, di nava jinan û bi giştî di nava gelê me de têgihîştin û xeteke têkoşînê şênber kir ku bi derbaskirina mirinê wêrekiyê bilind dike û wateya jiyana bi rûmet şênber dike. Di vê wateyê de hevrê Zîlan, bi îfadeya Rêbertiya me, ji bo me, ji bo hemû jinan û gelê me, Manifestoya Jiyana Azad, Zagona Evînê û Xeta Serketinê ye.
Tevgera me ya azadiyê ya di bin pêşengiya jinan de ku di xeta Rêber Apo de fedaî bûye û bi şêwaza Zîlan şer û têkoşîn dike; wê pêvajoya 'Aştî û Civaka Demokratîk, bi soza xwedîkerketina xeyalên şehîdên xwe û xwedîderketina li hêviyên gelê me yê fedakar û dayikên me yên serbilind ku tevî êşên sed salan jî dev ji aştiyê bernadin bibe bersiv. Divê dost û dijmin, gumanên tu kesê ji vê yekê nebe. Em fedaiyên ku li ser bingeha azadiya jinan û gelê me-gelên me, bi hîndekariya Rêbertî ji xeta Zîlan re bawer kirine û tevlî vê xetê bûne, em ê ji bo azadiyê bi fedaîtî têkoşînê bikin. Em dizanin ku gelê me bi fedaiyên xwe gihîştiye van rojan û ew bi xwe jî di her wateyê de fedaî bûye; xwedî li nirxên me yên azadiyê, li Zîlanan û xwedî li mîmar û garantiya hebûna me Rêber Apo derketiye û wê derkeve jî.
Di salvegera çalakî û nemiriya hevrê Zîlan de, em bi vî ruh û baweriyê bang dikin ku em hîn xurtir xwedî li pêvajoya 'Aştî û Civaka Demokratîk' derkevin, bi ruhê seferberiyê civakbûna demokratîk pêş bixin, komînan rêxistin bikin û bi vî rengî xeta azadiya jinê bixin meriyetê, jiyana hevbeş a azad li her derê pêş bixin û bi vê zanabûnê tevbigerin ku ev hemû di azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re derbas dibin. Divê jin û gelê me bizanibin ku weke Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK), nêzîkatiya me ya li hemberî salvegera 30’mîn a Zîlanê dê bi vî ruh û israra têkoşînê be. Bi girtina bingeha jiyaneke bi wate ya azad û têkoşîna radîkal a bênavber a di vê riyê de, em ê ji bo afirandina pêşeroja bi rûmet a ku jin û gelên me heq dikin, di xeta fedaî ya Apoyî de bibin Zîlan û bigihîjin serketinê. Bi vê îddîa û israrê, em carek din pêşenga me ya mezin hevrê Zîlan û di şexsê wê de hemû şehîdên xwe yên qehreman bi rêz û mînetdarî bi bîr tînin û soza xwe ya girêdayîbûna bi bîranînên wan re nû dikin."







