Di doza Leyla Aydemir de ceza û beraet

  • 13:04 26 Hezîran 2026
  • Hiqûq
NAVENDA NÛÇEYAN - Di ji nû ve darizandina doza derbarê mirina bi guman a Leyla Aydemîr a li Agiriyê de, bersûcê girtî Yusuf Aydemîr cezayê girankirî lê hat birîn, lê yên ku bêyî girtinê hatin darizandin jî beraet kirin.
 
Rûniştina 4'emîn a ji nû ve darizandina doza derbarê mirina Leyla Aydemîr (4) de, ku 18 roj piştî windabûna wê di 15'ê Hezîrana 2018'an de li Agiriyê di bin şert û mercên gumanbar de mirî hatibû dîtin, li Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn hat lidarxistin.
 
Yusuf Aydemir ê girtî bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî danişînê bû, bersûc M.A.A, B.D., H.D., Y.A., û A.A. yên ku ne girtî ne jî di dadgehê de cihên xwe girtin. Malbata Leyla Aydemir beşdarî danişînê nebû.
 
Di dema danişînê de, bersûc Yusuf Aydemir hewl da ku xwe bişofîne, di heman demê de bersûcên din ên ku ne di girtîgehê de bûn jî daxwaza beraeta xwe kirin.
 
Piştî guhdarîkirina aliyan, dadgehê cezayê muebbetê yê girankirî da bersûcê girtî Yusuf Aydemir ji ber "kuştina bi zanebûn" û 6 sal cezayê girtîgehê ji ber "bêparhiştina azadiya kesekî" da.
 
Dadgehê bersûcên ku bêyî ku bên girtin hatin darizandin, beraet kir.