Li Gimgimê nobeda li dijî JES'ê 51 roj in didome
- 16:29 22 Hezîran 2026
- Ekolojî
MÛŞ - Nobeda li dijî JES'ê ya li Gimgimê, di roja 51'emîn de didome. Di serdanan de îşaret bi têkoşîna li dijî talankirina li Kurdistanê hat kirin.
Nobeda li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermalê (JES) a ku ji aliyê şîrketa IGNIS H2 Enerjiyê ya Amerîkî tê plankirin, di roja 51'emîn de ye. Li qada nobedê ya ji aliyê Meclisa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ve hat destpêkirin, pankarta "Ev erd mirasa kal û bavan ê emanetê nifşên pêşe rojê ye. Em JES naxwazin", "No hard mîrase kal û bavikan o. Bavoke demê ameyoxî. JES newazenime" hat daliqandin.
Şêniyên gundê Dirba, Yekmal û Kevirhingîvê nobedê dewr girtin.
Nûnerê Mûşê yê Înîsyatîfa Yekîtiya Demokratîk Yafes Dînar û Hevseroka Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MÎA-FED) Nazîme Arvas ku serdana nobedê kirin, îşaret bi têkoşîna li dijî talana li Kurdistanê kirin.







